Sîngit befrî qendîlî be şiney şemal detwawe
Yarim degel karwanê le dwaye becêmawe
Be xemû derdî yarê şewan serim denawe
Çawî reşî çend cwane emnî kirde dêwane
Çîn çîne zulfû pirçî hêlaney ’aşiqane
Dîtnî çawî cwanî to awatî dilme gyane
Serqafleçî karwanî swênd dedem bew xudaye
Ne daykû babû bira hîçyan degelî naye
Ger çûye bo hewarî agat bê le leylaye
Çawî reşî çend cwane emnî kirde dêwane
Çîn çîne zulfû pirçî hêlaney ’aşiqane
Dîtnî çawî cwanî to awatî dilme gyane
Qafle geyye ser mêrgan çadrû çîx heldirawe
Belam heyfêkû sed heyf yarî min becêmawe
Be arezûy leyla bûm şewm be xem serim nawe
Çawî reşî çend cwane emnî kirde dêwane
Çîn çîne zulfû pirçî hêlaney ’aşiqane
Dîtnî çawî cwanî to awatî dilme gyane
Destew’ejno danîştûm leser rîye karwanî
Têy ramam le rêgaye le yarî xom derwanî
Yarim legel serqaflem xisbitûyan leser kanî
Çawî reşî çend cwane emnî kirde dêwane
Çîn çîne zulfû pirçî hêlaney ’aşiqane
Dîtnî çawî cwanî to awatî dilme gyane