Şêrko Bêkes

Goristanî Çirakan - Beşî Dûhem

Bi dengê: Şêrko Bêkes
Diyalekt: Soranî
517
Le tarîke şewêkî hawênî 1988da her le roj’away «topzawa» be çend kîlometrê dûr deham leser girdolkeyêk rawestabû. lewêwe çawdêrî helkendinî ew rîzeçalaney ekird ke çend şovlê berdewam limozyan têjenîbû. «qehtanû ’ednan»yiş le damêna hatû çoyan bû. deham le heretî hêzû gurû serkewtina bû. deham leber xoyewe eyut:
-ême wahatûyn ke neroyn!
[her] wekû çon şimşêr hate naw xwênewew îtir neroy!
Esp hate naw şalawî qadsîyew yermukewew îtir neroy
Bahoz hate naw dengî swarçakanewew îtir neroy
Dîcle hate naw cestey em ’êraqewew îtir neroy
Ême wa hatûn ke neroyn
Baz hate naw em asmanî ’erebewew îtir neroy!
Ême wa hatûn ke neroyn
Manewe lenaw temaşay yek be yekî em xelkeda
Manew lenaw bêdengîw le nadyaraw
Le çirpeçirpî zimanû culanewey destû pencew le şewgarî henaseda!
Hemû şitê be rengî xoman reng ekeyn
Rengî dûrge, rengî serok, rengî qa’îd
Awû hewaw şaxû deştû darû berdû [ledaykibûn]û mirdnû hemû şitê
Be rengî xoman reng ekeyn
Hêz hêz hêz hêz
Heqîqetê le yezdandaw le asnidaw
Lenaw çekdaw le mistekoley êmeda
Heqîqetê le agir
a
Lem racîmew zirêpoşû xumparanew le lûley em topaneda!
Wek rabirdû
Milman keç kird be ziryanî oqyanus ta pardey çînû
Endelusman wek mustîle kirde pencey mêjûmanû
Dinyaman wek esp zîn kird!
Ebê rabirdû bêtewe berdemmanû
Xoman heldeyne ser piştîw
Bî’ajwîn berew aynde!
Min rawestawim le mecda
Serim lenaw estêredaw
Qaçim leser teplî serî şax danawe!
Hemû kêwekanman yix da
Geyştîne dwa nuxtey berdû nehênî
Awman gorî bew şêweyey gulle wîstî
Baman gorî bew şêweyey bomba wîstî
Werziman gorî bew şêweyey qa’îd wîstî
Mêjûy yaxîman heltekand
[bew şêweyey] ke barûtû teqînewey bawer wîstî
Temaşake wa îstake [nek her xoyan] kam çyayan zor bilindû danewîyew leser çoke!
Wextê hatim her le rêwe min bezeyîm firêdaye çalêkewew
Heta nemird becêmnehêşt
Her le rêwe min firmêskim lem çawanem qedexe kird
Heta nemkuşt becêmnehêşt!
Lem sateda şewezeng eziringêtewe
Mang dyar nîyew her çawî şovil ebînêw
Her dengî şovil ebîsrêw wa êstake
Min leser girdê westawim
Gird nûzey dêw le damênda
Şewqî tîjî şovlekan
Rîzeçalê nîşan eda
Rîzeçalê helkenrawin
Çawerwanî pirbûnewen be herfû wişey zimanê ke xerîbin be zimanim
Be dîrokê ke [yaxîye le dîrokim]
Bew serû destû qaçaney
Le nejadî mecûsnû [lem beheştî em] wilateda cêge nagirin!
Leser girdê rawestawim
Gird nûzey dêw
Lenaw dengî girimjinî
Heffareda, paranewew
Zirîkew qîjew hawarû
Ta hajehajî zeryaşî
Tya win ebê!

Le hawînî 1989daw le jêrzemînî malêkî şarî silêmanya şa’îrêkî genc, serbazî fîrar, xerîkî nûsînî komelê lew qîjew zirîke perit pertû xolawyane bû ke le sehray ’erebistanewe hatbûnû dway salêk geyştibûne jêrzemînekey em. bedaxewe ême lew hemû henasew qîjew zirîkew wênew awêne wirdû xaşane, em çend nimûneyeman deskewt
Yekem:
Lew byabaney xwarewe
Le hercêyêk hêlekê xol bibêjnewe
Leser kozerî hêleka
Ebê her wirdenînokî penceyêkû
Yan wirde’êskî lolaqî
Kurdêkî tya bidoznewe!

Duwem:
Gwêçkey şê’irim
Zor pûkepûkû kirûzew
Nalenalî ’umrî xomî bîrçotewe
Belam ewey ke berdewam
Lenaw gwêçkey şê’rî mina
Dêtû eçêw azarew eziringêtewe
Zirîkey jine enfalû kiçekanmew
Heta emirim em karwanî zirîkeye
Her dêtû dêw dwayî nayew
Nabrêtewe...
Sêhem:
Ew rojey xol bête qisew
Bilên bidwêw yan binûsew le cîhana
Pêşbirkêye le azara
Min dilnyam erzêk nîye le dinyada
Xolêk nîye le dinyada
Ewendey kostî lay ême cwan binûsêw
Pir bê le şewî zimanû
Le axî kurteçîrokû
Le eşkencey şanonamew
Le dahênanî naw mirdin
Min dilnyam eger xedirman lênekirê
Noblî xwa
Le xelatî mergesatû bêkesîda
Her em kurde werî’egrê!
Çwarem:
Tenha wextê
Ke xwawendî tya nustibû
Heqîqetî tya nustibû
Salî enfalî ême bû!
Pêncem:
Lew dinya
Ke qurbanîyekanî ême helesnewew
Eçne ber baregay xudaw
Be yekewe hemû xoyan etekênin
Ew tozey lewan helesê
Serapay ’erşî xwawenû
Perwerdigar da’epoşê!
Şeşem:
Mêjûyêke
Hawarman hênde tenyaye
Birînman hênde bêkese
Tenyayî lêman bêzarew
Bêkesîyş lêman werse!
Hewtem:
Şewêk esyarî henasey
Rojjimêrî heştaw heşt bûm
Emwîst gorîçey bijmêrim
Emwîst henîskî bijmêrim
Emwîst firmêskî bijmêrim
Heta xudî jimare xoy
Hate cwabû witî: çî ekey!?
Minî rojjimêr nawêrim
Mergesatî to bijmêrim!
Heştem:
Elên jinêkî germesêr
Dawyetye deşt
Buwe be girey bê daldew
Be tewarêkî şêtû wêt
Elên buwe be zîgarî
Serqebranî balindekan
Buwe be zêwanî girdî
Dar çwale cwanemergekan
Xelkî elên her kes be laya têperêt
Gwêy lê ebêt
Jine elêt:
Zor car şitim lê win buwe
Carêk mirîşkêkî kuncû
Carêkî dî dû cûcelew
Le bîrim bê dû mustîlew
Dû carîş dû penca filsîw
Carêkşyan karjoleyêk
Be dwayana min naw malû male hawsêw
Em rêw banû deştaneyan bo gerawim
Belam îsta min somay çawim win buwe
Min rwanînû min bîstinim lê win buwe
Destekanyan lê dizîwim
Kûlekey rohyan birdûmû
Min jyanim lê dizrawe
Min nazanim axir kwêyan bo bigerêm!?
Noyem:
Çunke ewan lew dûren
Çawêk nîye le minewe nizîk bê!
Çunke ewan zor tînûn
Awêk nîye le minewe dûr nebê
Çunke ewan pejmurden
Şitêk nîye lenaw mina şîn bibê
Çunke ewan nadyarin
Minîş dyarim nemawe
Deyem:
Min her danîştûm
Beramber şatûy dawên pemeyîw
Çolekeyek dêw enîşêtewew
Le cirîweya hewalî pêye
- hêşta her mawin
Silawyan heye!
Min rawestawim beramber hewrî
Henaw qetranîw
Dête ser sermû girme girim ekaw
Hewalî pêye
- wan le şwênêka
Minîş nawêrim be serya red bim!
Min dirêjbûmû «ba»yekî gêjî kiras xolawîy
Egate lamû hewalî pêye
- le topzawan
Hawar hawarû zirîkew qîje
Minî ker kirdû
Şewanî janî ew hemû jine
Minî kwêr kirdû
Wa bem halewe
Geyştûme lat!
Yanzehem:
Hemû carê
Be dolekey eshabana
Ke red ebim
Dirextî ser şexseqebrê
Ram’egrêtû dête pêşê
Be çilêkî tîz be paşmewe ekatû
Pê’ekenêw dwayî elê:
Gewce! ewey lebin mina rakşawew
Carêk lûtîw
Carêkî tir to qaçekanî maç ekey
Gilî exoy
Xolî exoy
Yekem estêret em kuştîw
Yekem kanît em xinkandîw
Yekem xwênnamey enfalîş
Bedem bagjey limewe
Em bû beser mezraw rezû
Dexlû jinû şaxekanî toda xwêndî!
Dwanzehem:
Lew saleda
Le cêy kulaney darûxaw
Segekanî ew gundane
Lankew bêşkey becêmawî minalanî êmeyan kird be kulane!
Syanzehem:
Le xwar kifrîjnêk heye
Le çawanyaw le bînînya
Sê rehendî tya nemawe
Ne rojhelat ne xor’awaw ne lay bakûr
Lewsakewe çawerwane
Hemû rojê dête derêw
Leber derga da’enîşêw
Çaw ebrête
Asoy dûrî
Tenha rehend
Deştî başûr!
Çwardehem:
Dirextekanî gwê sîrwan
Zor be degmen xew ebînin
Belam eger xewyan bînî
Tenha yek dîmen ebînin
Helkêşanû birînewew
Gwastineweyan bo byaban!
Panzehem:
Dinya be balay em kostey
Xom epêwim
Leher kwêwe yan her kesê
Firmêskêkî bo nardibim
Eyxeme çawî rohmewew
Ta hetaye helî’egirim
Ewey yek qisey kirdibê
Bo em holokostî xedre
Min sed peyvî xoşewîstî
Bo enêrim
Belam eger xudawendû pêxemberû yezdanîş bê
Xoy ladabê le bînînim
Ne eybînmû ne min gwêşî bo ra’egirim!
Şanzehem:
Enfal... enfal
Eger em awekujrawe
Yek be yekman neyxoynewe
Le xoşewîstî serçawew
Le xoşewîstî aw nageyn
Enfal... enfal
Eger em renge kujrawe nepoşînû
Eger em hewa xinkawe helnemjîn
Kesman najîn
Hevdehem:
Lew saleda
Segî byabanî xwarû
Gurgî byabanî xwarû
Be tazeyî
Ewende kurdyan xwardibû
Xoyan le kone bermawey
Qelû dalû
Le lakî topîw la eda
Lew saleda
Hejdehem:
Min nahêlim em giryane hergîz hergîz rengî biçêtewe
Min nahêlim em mirdine jyan bîrî biçêtewe
Min em zulme
Lenaw şûşebendî şê’ra
Da’enêm bo:
Ew zarokey
Dway çend qernê dêtû ezêw
Le rehmî em wilatewe ser derdênêw
Elfû bêy çira fêr ebêw
Em xedre exwênêtewe!
Nozdehem:
Ta etwanim em dûkele dirêj dirêj ekemewe
Bo ewey çawî aynde pir kem le aw
Ta etwanim em qîjeye dirêj dirêj ekemewe
Bo ewey gwêçkey dahatû
Pir kem le givey zayelew
Le wirdenasorî şikaw
Bîstem
Ke cogeleyan tîror kird
Le ’ezreta herçî gul bûn le hoş xo çûn
Wextê gulîşyan tîror kird
Le ’ezreta herçî mele nabîna bûn
Katê melîşyan tîror kird
Le ’ezreta dirext hemû bûranewew hendê mirdin
Ke dirextîşyan tîror kird
Ewsa îtir herçî şê’re
Le firînû le bal kewtin!
Bîstû yek:
Berberyekan!
Lem gorane samnaktiryan
Le naxmana helkenuwe
Kes beşwênyana nagerê!
Tirsinaktir leser zewî
Deyan sale le gorekanî derûnda
Gulî sipîy xoşewîstîw
Kotrekanî lêbûrdnû
Hengî maçû
Behay reweştyan naştuwe
Kes be şwênyana nagerê
Bîstû dû:
Lem werzewe
Çawî zerdî pêlu sipî
Kêlgey guleberojekan
Rû nakene nîgay xorû
Legelya nasûrênewe
Wekû caran
Ewan îsta mil keleget
Her temaşay rêy qafley
Berew xwarî yaran eken
Belkû lenakaw bênewew
Ewsa îtir ber le xelkîw
Ber le dirextî leş qursî
Gwê cogekan
Eman yeke yeke raken
Mijde berin bo malekan!
Bîstû sê:
Le besreda
Nizîk peykerekey «seyab»
Le ahengî tacû necmew
Semay bêrîw
Serxoşbûnî demançeda
Lew şeweda
Mêrgê le kiçe sebayey şaxekanyan
Helrişite naw holêkewe
Hol rûnakû
Kiç tarîkû
Bo bijarî mêrgî xemgîn
Çend necmeyek hatne pêşê
Leser mêzêkî xewalû
Çeqoyekû sebeteyekî pir le hermê danrabûn
Çend necmeyêk hatne pêşê
Demançeyêk pelî yekem hêroy girtû
Wîstî legel xoya bîbat
Bo jûrêkî çolî serê
Le pirêka gule hêro
Ke çeqoy dî helîgirtû
Çeqandye ser hermêy dilîw
Xwênî sipîy bû be fwarew
Be lûzewê hate derê
Leser sekokey dereweyş
Bînîyan wa balay seyab
Gule hêro têy elawew
Liqî destîş wa xerîke hermê bigrê!
Bîstû çwar:
Min em dastane tazeyem
Be rengî qaweyî kalî
Ew merekebe nûsîwe ke xolekeym le gorî bekomelû
Awekeym le firmêskî tazew germî çawî jinewe hênawe
Xemû temî gîraweye!
Axir em merekebey min
Em qurawe
Ne le şêwey merekebû
Ne le cafû ne le softû
Ne tebaşîrî êweye
Wişk katû bibrêtewew
Yaxud lepir nûkî bişkê
Lem merekebe tazeye hêndem heye
Ke gomekanî najmêrdirên
Bem merekebe tazeye
Eger hemû darî wilat bibne nûserû şa’îrû pêy binûsin
Helgurd bibê be roman nûs pêy binûsê
Wişk nakaw dwayî nayew
Xefetêke, nûkî naşkêw
Le nûsîna qet nawestê!
Bîstû pênc:
Eger le sehray xwarewe
Le şewêka çawtan kewt be rîze birîskew tirûskey gul estêre rû le çipa
Dilnya bin
Ewe hemû zarokekanî êmenû
Egerênewe bo êre
Eger rojê leser furat yaxud dîcle
Polenewrestan çawpêkewt be pêçewaney awewe
Sipîy sipîy berew goyje bal lêkden
Dilnya bin ewe kîjekanî êmen
Be dem bestey «hey belarû belare»we
Egerênewe bo êre
Eger carê rêtan kewte ew kendawew le bazarî nextîneda
Daney gewherû mirwarîw durtan bînî
Ewe çawû ewe lêwû
Ewe goy memkû serpencey firoşrawî kiçî êmen
Şerim ekenû
Seyr ekenû
Nacûlênû carêkî dî
Nagerênewe bo êre!
Bîstû şeş:
Yekem şew bû
Lenaw limî ’er’erewe
Destêk hatbuwe derewe
Hêşta bazin le meçeka zirey ehat
Hêşta xene lenaw desta pê’ekenîw
Mustîleyêk le qamkida eycirîwan
Yekem şew bû
Le limewe destêk hatbuwe derewe
Lew şeweda
Naw lepî dest bûbû be dem
Ewîş bo tenha hawarê
Ke her le rêge emirdû
Ne’egeyşte gwêçkey serê
Xudaye bo!?
Bîstû hewt:
Lewê bay sehra helîkird
Le gorîçey minalewe
«wekû towî gulî dem ba»
«ba» birjangû
«ba» xenînewew giryanû
«ba» perey gwêw
«ba» talemûy qijî hênaw
Le sînema gîrsanewew
Wird wird lenaw dengima ruwan
Ey nabîbnin
Wextê şê’ir exwênmewe
Car be carê
Ke ekokim yaxud henasem swar ebê
Wek qelemekem pêm elê
Leber ’umrû yan cigerew
Seholawû serma nîye ke wam lê dê
Ewe pencey xirpinokû
Ewe bîlbîley bizêwû
Ewe kulmû ewe serî bukeşûşew
Ewe nuqlû ewe mesasey ewane
Leber bînim egîrênû
Eyanewê bêne derê!
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd