Şêrko Bêkes

Goristanî Çirakan - Beşî Sêhem

Bi dengê: Şêrko Bêkes
Diyalekt: Soranî
529
Min le dwawe desim girtuwe be pirçî «kalê»û herdûkman benaw xeyalêkî şîna efrînû ew leser gêranewey yaddaştekanî rojî heşir berdewame!
- qafle bû
Pencerey maşênman kwêrû dinya winû her xoman xoman ebînî kat bizir bû, şwên bizir bû
Şew bizrû roj bizrû peyvîn legel yeka bizir! leş
Etut twêkle henarî konû wişkew dem pelasû henaw kûlekey betalû endêşeman şirîtêkî piçripiçir. colanewe be astemû ger pêy rastit le pêy çepit bikewtaye da’eçlekît. tirsiman wek mirîşkekre leser deqîqew se’atî em sefere kir kewtibû. sefer nadyar, dîwarî tem le mabênî ew menzilew êmeda bû. kame menzil!? kes nayzanêw pirsyar ebê le naw xaney bêdengya rakşêtû bo xoy bimrê! dewlet le naw maşînêkî dapoşrawa, be tenha her demû çawî bêderbestî ’eskerêkî xewalû bû «erê emîş daykî heye!? kiçî heye!? kurî heye!? xew ebînê yan naybînê!? bîrî pêxefekey ekat!? bîrî hewşey malekeyan!? bîrî jinê!? bîrî teyrê!? bîrî gwêlkê yan merê!? erê emîş xemî geranewe exwa bo lay yekê!? be xoşewîstî aşnaye!? zînnewerêkî xoş ewê!? em seferey bîr emênê!?»
Maşên zeman ecnêtû kat qût edaw rêgay dirêj hel’elûşê erwaw erwa her berew xwar, cade gêjû em wirey dêw her wirey dê. virevrî tenî asin rû le başûr, areq be xeyal der’edaw tirsû lerzîş da’egîrsê, yadgarîş wekû çawanî pişîley naw tarîkayî naw be naw birîskey dê. le zîkezîkû wireda wam hest ekird, min gwêm le dengî tir ebê: gevînî segelî naw dê
Garegarî mirîşkekan
Sûranewey berdaşî aş
Ya xud horeyek perit pertû ya xud qîrey qelereşêkî êwaran ya dengî terî pyawekem leber baran ya xud şewan lûre lûrey rewe gurgû ya xud giçgiçey pijalî naw daristan yan xulanewey bagirdên leser serban yan dengî simî wilaxî ser rêy zaxan oh pyawekem! «em şufêre serukelley le piştewe her lew eçê»
Oh pyawekem! ehatîtewe le naw ran yan le mezraw le kêlgewe, ta nawqed ter, bonî pungew bonî xurîw bonî rêhanet lê ehat wextê bêleket da’ena, le pêş xota bonû beramey gilû gyay ber yekem baranî dinya, ehate naw malekewe minit edîw îtir hîlakît raw ena
Da’enîştîw her leser la serit ebirde naw bêşkey noberewe. xenînewey minalekew maçekanit, minyan ekird be gul xenderanê lewê. qapê dokulîwî germ leber demtaw ser be halaw mîlî radyoket ba’edaw mêrgîlanî hesen zîrek, be şewnmû be kenêrû be qurî jêr biniçkewe, ehatne ser berew libad.
Têrit exward
Ewsa îtir zewqêkî şîn le naw çawta eycirîwan. ke pir ebûy le hewesû le pyawetî, serit ekird bê oqreyît bo helweday naw amêzim tya epja
Min emzanîw eçûm derga tenekekem pêwe eda
Îtir ewsa hel’esaytû be hêwaşî meçekî rastit egirtmû kemê pêş xotit exsitmû etbirdime ser doşekekey yekem şewû îtir îtir îtir... gelê carîş lew sateda
Her be «ba»yekî espayîş cestey tenekey dergake zîkezîkî lêwe ehat! oh pyawekem! to tabaz bûy le baweşta etut askî şilû milim le ewelda henaseman swarû germû le dwayîşda ebû be pirûkey befir
Oh pyawekem! ebê îse le amêzî kam agir
û zîgarî kam meynetî bî? ebê îste to le kwê bî!? minal le kwêw bêşke le kwêw mirîşkekanû cûcelew goranîyekanî zîrekû pêkenînî darû barû doşekew dergay teneke le kwê bin!?
Oh korpekem
Lew rojeda, lew kosteda, daykim bûbû be bahozê
Zerdû şêtû le tawana be bêşkewe «las»y firfan. -bo kwê daye? bo kwêy ebey?
Bo derû deşt. bo eşkewtê. bo bin berdê. bo lay xuda! -belam daye ewan le hemû şwênêkan!
Katû cêge, şew, rûnakî, derû deştû daristanû şaxû kêlgew kwêrerêge! ewan le hemû şwênêkan le naw awdan, le hewadan
Ewan zemanyan girtuwe çawî rojgarû destî deqîqew se’atû qaçî çirkeyan bestuwe
Ewan zemanyan girtuwe bo kwê daye? bo kwêy ebey?
Ewan zemînyan legele
Ewan asmanyan legele
Ewan le pencey xomanû ewan le çawî xomanû lem zimanew lem camanew lem cilanew lem deştanew lem şaxaneyan legele
Oh korpekem! ger to berin! le pakjîw le sawayî to tê’egen? xenînewetyan xoş ewê? le naw çawta ke le ziney aw rûntirew le nimey şewnimîş paktir, lew çaweda bêgunahî ewxiwênnewe? be giçkeyî xwaw xoşewîstî ebînin, wek hemû carê embînîn!?
Ewan le yarî ezanin?
Yarî legel herdû destî xirpinoktû kirdinewey miştî nûqawtû leranewey xebxebetû heldanit bo berewjûrû girtinewetû ewan le yarî ezanin? ewan pêkenînyan heye? ey ewan firmêskyan heye? qet çawekanyan ter buwe?
Rûmetî xoyan sirîwe? xew ebînin? xewyan bînîwe tya bibin be çolekew be naw heway rengawrenga bifirn? xewyan bînîwe tya bibin bew wirdemase cwananey hêwaş hêwaş le bindînda dênû deçnû êsk sûknû le to eçin? oh korpekem! ewan gulegenmû genmeşamî ekujnû nanîş exon! ewan cogey naw baweşî şax ekujnû belam awîş exonewe! reng epoşnû eşîkujin! ewan nawyan mihemedû ebûbekrû ’umerû ’elîw ’usmanew nawyan hesenû huseynew belam le pêş gişt nawêka nawekanû nûrekanî xwa ekujin
«bo kwê daye? bo kwêy ebey?»
Ewan etwanin biçne naw kun be kunî katjimêrû henasewew «ba» destigîr ken! «bo kwê daye? bo kwêy ebey?» oh korpekem! to îsake le naw baweşî giryanû le naw henîskî neneday!? yan le berdemî sîsarkû dalekana!?
Oh korpekem!
Leber çawme gewre ebûy wek bawkit deng xoş der’eçûy
Wek bawkit ’aşiq der’eçûy
Eçûyte ser miley «şaho» têt eçrîkan, ’elî esxer ehatewew ehepesa
Eçûyte ser «pîremegrûn» têt eçrîkan kiçe kafroş ehatû şeydat ebû legel xoya eybirdî bo sekirî sekiran
Be cût le naw lokey hewra ra’ekşan
Ebû be werzî ramûsan
Le naw maça heng şaney dirust ekirdû pepûle balî egirtû xoşewîstî da’egîrsa
Gewre ebûy gilopî şar eybirdî bo jûrî xwêndin qelem destî egirtîtû leser kursî xor day’enayt kitêbxane pêş dekewt dinyay pê leber ekirdî
Behrî pê leber ekirdî gewre ebûy swarî teyare ebûytû zimanî estêrey dûrû zimanî çînû maçînû zimanî melû balnew zimanî sîhrîş fêr ebûy
Lewane bû
Firya kewî be çawî xot pilîkaney tîşk bibînî çon eçête ser kêwanû
Lewane bû aw bibînî birîqû baq be hewraza ser bikewêw lewane bû, be çawî xot xew bibînî hatote dîw her dû berî şeqamî qîr???* çiraxanû çirayş heta naw eşkewtû ta rewezî helokanû rikey biznekêwî erwat
Lewane bû, firya kewî be çawî xot le zemanêkî sipîda, xale «salar»t bibînî be bergî gule jalewe carêkî dî hatotewew destî rasî leser şanî «heme reş»û be destî çep silaw le germyan eka! lewane bû! oh korpekem ay ’eşqekem. ay şuwekem. min awênew toyş le nawma dêytû eçî. her le bîrme bo yekemcar
Le dirwêney genmû coy ber mangeşewa yekman bînî ew şewe mang le tewqeserî bemoda leser çîçkan danîştibû herçî çirayekî hebû bexoya helîwasîbû xirû gewre etut sînîyekî tazey zîwew direwşedar hênd nizîk bû, eger dirwêne nebwaye, piştim rast rast dekirdewew eçûme ser nûkî pencew dam’egirtû emda be to yekemcar bû, ’eşq bêtû pirman bika le şewnmû le tirîfew le tirîqey pêkenînî gule hêro dirwêne bû
Meloy êmew şaray ême le hemûyan gewretir bû, çunke ewan her destekanî xoyanyan legela bû belam ’eşq, dû destî tazey ême bû ewan hemû hîlak hîlak belam ’eşq le êmeda sirweyêkî berdewamî hesanewew kilûy befrî areqsir bû! ewan hemû, peleyan bû
Bepeletir le geranewey balney pêş tarîkî bo hêlane
Bepeletir lew hewraney ra’ekenû kolepşityan pir le baranî peleyew ’erd xemyane ewan hemû xwaxwayan bû çî zûtre, wext wekû kefejîkle bitwêtewew dasekanyan firêdenû bironewe belam tow min xwaxwaman bû zeman wekû gay naw ximxork biçeqêtû das le desman nebêtewew dexlî dirwênekirawîş le dway xoman carêkî tir birwêtewe pêşkewtibûyn, geyştîne naw peleyê dexlî helçûy heta bersing qamk bizêw to awrêkit dayewew nethêşt ew derfete bimrê
Be espayî ratkêşamû şermî dexliman şikandû, dû mamzî nêrû mê bûyn leser awrîşmî mangeşew rakşaynû çawman nuqan maçêk le sîrwan dirêjtir maçêk le gomekey derbenîxan qûltir her birdînîw her birdînîw ta le xermaney naw manga gîrsaynewe le pirêka çend carê leseryek pijmînî pure nazê ke le tenîştimewe danîştibû dayçilekandmû hênamyewe naw maşêneke. lem sateda serincimda, ’eskereke çekekey helbirîwwew le nizîkewe le lûlekey wird ebêtewe, lem çekî kilaşînkofeyş lay ême zor bû, belam êsta... êsta le naw çirpe eyanut: hendê desû hendê çekî kurî berdî «pîremegrûn» mawnetewe
Birê le birînî nesrewt birê le sirûdî befir
Hendê lewaney ke rohyan, wek parçenanû awênew nuqlî şê’rû resmî hawserû minalyan xistote naw hegbey piştû legel sûtûw xolemêşî becêmawî xemû ewînî êmeda mawnetewe! azaryan çol nekirduwe giryanyan çol nekirduwe xezanyan cênehêştuwe dûkelyan cênehêştuwe mawnetewe legel hetawî birîndar... legel tenyayî sêbera... legel nemamî bê bawik... legel biniçkî bê dayk... letek gomî hepesawû le tek darî sersurmawa mawnetewe! le naw çirpeda eyanut: le hendê kej gul le merga rwawnetewe hewalî fîrarîş eyut: hendê dirext giryan le xoyan berdawew yekem mefrezey meşxelnû le sinûrewe be dizî deycûrewe bo zelim gerawnetewe le naw çirpeda eyanut: çirpe etirsa le çirpew guman dawî enayewe bo gumanû belam tirûskayî momêk le naw qiseda esûta le kûlekeda eyanut le naw çirpeda eyanut: ne yek ne dwanû ne sedan
Lew dewruberî «leylan»e bangî şêwan «mame rîşe»yan bînîwe hatuwetewe estêreyêkî biçûk le singya şelal be cirîwey sûrû leser defey herdû şanî gule kêwîle rwawew naw kakolî pir pepûlew le naw rîşya gul estêre tirûkawe! bînîwyane hatuwetewe
Axir xo derbend baserew darî qopîw kewekanî nawçey şwanû deştî hemk diro naken! bînîwyanew hatuwetewe
Her le rêwe laydawete «tengî ser»û jêr kepre keskekey «aram» lewêşewe çend bulbulê delîlî bûn werçerxawew serîdawe le baxçekey «’elî merdan» birwa bikem!? birwa nekem!? na na na na! her ebê hatbêtewe! ke baran bigerêtewe gulî dar henar bêtewe! îtir em bo neyêtewe!? ke dû çawî kwêrekanî tirûskayî bo bêtewe îtir em bo neyêtewe!? ke şimşal gerabêtewe bo berqedî xemekanman! ey em bo negerêtewe!?
Ke «ba»y weşt gerabêtewe
Çûbêtewe naw baxelî daristanêkî bêtaqet! ey em bo negerêtewe!? ke merekeb çûbêtewe bo naw pandanekey «bêkes» îtir em bo neyêtewe!? ke sidarekey «pîremêrd» gerabêtewe lay serî şê’rû çîrok îtir em bo neyêtewe!? hatuwetewe! renge êsta le kawlaşekey êmeda hetawê bêw leser berdê danîştibê renge bûbê be kelêkî gwê kanîyêk be gilopî ser şeqamê le kerkûka renge lepir bibê be denke çuklêtê le naw miştî minalêka hatuwetewe! hatuwetewew lewaneye satêkî tir yan her êsta wek çexmaxew mu’cîzey xwa lem şwêneda peyda bibêw pêş be maşênî dozexû em qafley rêy nehatey ême bigrê firyadres bêw necatman ba! -qafle bû
Min xom rezêkî wêranû ser hêşûyekî qirpokî naw koşim bû. kulleyek hatbuwe jûrêw be dawênmewe nûsabû! le kwêwe hat!? kulleyek bû, zerdêkî kalî pûşûyî qaçî dirêj, rîşalî wird, serî dirêj, çawî xolîn. le kwêwe hat!? çon têperîw hate jûrê!? şêwey ekem
Nasîmewe
Hêşta kiç bûm nîweroyek rewekulle berî dil asmanî girt rûnakî kewte gyanelaw kulle çawî gulegenmî hetawî xward hewrêkî zerd. sêberî zerd. kewte deştû kewte şaxû hemû dergaman pêweda! wityan kulley byabanew afatêke le naw limewe hatuwew le dozexewe balîgirtuwew ta’ûnêkew hatote ser nawçekeman! kulleyek hatbuwe jûrê! le kwêwe hat
Zerdêkî kal bo xwa çîye minîş bika be kulleyêk legel eme biçme derê! belam kulle neçuwe derê le pirêkda leser dawênî minewe berizbowew benaw hemûmana royştû leser piştî destî rastî ’eskereke rêk nîştewe ew daçlekîw be dû pencey destî çepî kulley girtû le pêşa balî derkêşaw le dwayîda ewîtrî firêdaye jêr pêyewe! nehis
Nehis bû em rêkewteyşû kulle kujraw le derkêşanî balewe ta kuştinî çarenûsî her hemuwanim tya bînîyewe! qafle bû
Xeyalû aw
Xeyal erwaw maşên erwaw aw her nebû
Aw her nehat ne qumê hat ne tinokê! kwêrbûn le naw tînuyetîya her wilatî xoy ebînê! wa ebînim ’eskereke zemzemyekey le laqedî ekatewe, zarî gewrey bo berewjûr da’epçirê. çend qumêkîş beser sîneya erjê, ew erjêw min kwêr ebim. xeyalû aw, le paş qeyrê xeyal mirdû aw her nehat. ne qumêkû ne tinokê. dinya winû kat bizrû belam îsta bonî limû bonî kullew bonî sehraw çolewanîw bonî heway riqawî dê şofêre serbazeke berdewam çawî birîbuwe rêgay dirêjî berdemîw demêkîş bû bêwçan lêy exurî le mawey yek salî cenga dû birayû dû amozay le şerekanî dizfûlû şûşa kujrabûn. zor le dûrû le asoyekî telxa seretay helkirdinî gêjelûkeyêkî byabanî bedîkird.
Bîrî ekirdewe, şofêreke bîrî ekirdewe
Xoy legel xoya edwa
Le dilî xoyda eyut: «etirsim rojê dilî xom, dilî kes ne her dilî xom wextî nûstin, yan lêxurîn katê elêm ke min hîç agam lew nebê firset bênêw le naw qefezey singimewe be pê dizkêw be bê xişpe xoy qutar kaw helbêw biçê le dergay dilî ’erîf «sa’îr» baw ewîş bilê fermû jûrêw leser kursî hewtî nîsan dabnîşêw ewsa xeberim lêba ke nawbenaw le kunî kunî jûrewey naw derûnma min çî elêm! min etirsim xeyalî xom toqîn zorî bo bihênêw rojê birwaw dergay jûrî şîrû şimşêr bikatewew qaç leser qaç beramberî wêney «qe’qa’» dabnîşêw çî ezanê derbarey nawû çirpeçirpû wirênekanî şewgarim hemûy bilê! min etirsim liçû lêwim yan melaşûm ya xud zimane biçkolem yan didanim
Rojê haşam lêbkenû xeber lem zimane gewrew le gerûmû le jêkanî naw dengim ben! min etirsim hendê «ba» hen sistû temel nefis nizmû lem deştaneda kewtûnû qet helnaken min etirsim «ba»yekî wayan kirîbêw kirdibêtyan be casusû «ba»y casusîş nîweşewê her be naw dirzî dergada be asanî bête jûrêw gwê le henasew yan pirxew yaxud nebzî xwênim bigrêw dwayî bilê: lewe eçê em serbaze bo «bewwabey şerqî» nemrêw be mirdinî xwayî bimrêw bo beyanîy qîr bimgirin! min rojê çûm, dyare her be taqî tenya beser qamîşelanî zerdeley mil barîkû beser awî bêwejnî naw ehwarû serîfe leş sûtawekey konemala tozê giryam lew rojewe oqrem her leser agir
ew desim leser dilî tirsew elêm newek qamîşêkyan sîxur bûbêw çûbê bo lay masîye niqey asayşû raportêkî le min dabê çon giryawim! her le bîrme min carêkyan xewnim bînî xewnêkî seyr! lew xeweda ra’îd «hemdan» bûbû be berazêk reşû le sahekey mu’eskera yarî fitbolî ekirdû xêra xêra be paşelî le fitbolekey hel’eda ta ekewte ser limozî! wextê ke xeberim bowe kêşam be kelley negrîsmaw le tirsana yekenderdû germaw germ bîneqaqay xewm girtû her le cêda xewm kuştû çûme derêw laşekeym dûr firêda! witim nebada em xewe bo şewê firya bikewêw birwaw biçête naw xewî hemdanewew bilê ke min ewm le naw xewêkî xoma bînîwe bote beraz min nawêrim seyrî em kurdane bikem elêm newek çawî «xelef»y pasewan leprêkda qetreyêkî bezeyî xwa yan yek birîskey biçûkî lêburdinî pêxemberê le naw çawanma bibînêw begirtimba! eyanbînmû nayanbînim! zor nizîknû zorîş dûrin le maşênanû tyaşya nîn be êmeyan wa wituwe ebê êwe wabzanin em qaflane dironû em maşênane sêbernû kursî çolnû ebê êwe wabzanin ke berdewam xew ebînin xewê ke nagêrdirêtewe heta heta! xewê nabê deqî bişkê heta eybene lay xuda» xelef kokîw em daçlekîw gerdelûlî kilk kilafey dûrî sehra heta ehat le qafley rû le ’edem nizîk nizîk ekewtewew le pirêka le naw berayî temaşay xolawya qelayekû çend qulleyek heltoqînû le naw êwarey jengawîw le naw werey segî reşû le berdemî zemanêkî mirumoça maşên westa xelef be dengî berz witî: «nugre selman»
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd