Dilî min çeşnî wagonî qetarêke
Hezarû yek wêstigey heye
Le her yekêk
Lew wêstigane rabwestê
Rêbwarêk becê dehêlê
Rêbwarêk xoy têdepestê!
Belam lewetî dilî min
Bote wagon
Rêbwarêkî pestî tyayew
Danabezê
Danabezê
Le sûçêkî em dinyaye
Em rêbware
Be dway nawî xoyda wêle
Em rêbware
Be dway çawî xoyda wêle
Em rêbware birînme
Em rêbware zerdexenew girînme
Em rêbware kurdistane kurdistane kurdistane
Laney yekem ewînme
Em rêbware kurdistane
Laney yekem ewînme