Ebdula Peşêw

Minalekan

Bi dengê: Ebdula Peşêw
Diyalekt: Soranî
442
Minalekan!
Ey yaxîye jîntalekan
Sibey êwe ke pê’egen
Le lawka, le heyrana
Le mizgewtû dîwexana
Le çîroka
Le honrawey şa’îrêkî tirsinoka
Renge zortan bergiwê kewê
Basî êmew azayetî
Belam neken birwa biken
Hemûy diron, diroy petî!
Minalekan
Minalekan
Ême tûşî sed kwêrerêyn
Çiray bîrman êcgar kize
Hengawî kwêrane enêyn!
Minalekan!
Le wanekanî dwênêma
Gutim ême, lewetî heyn
Diro legel xoman ekeyn
Le jînmana
Le kirdewew nûsînmana, bê felsefeyn!
Emem gutû dinya rima
Hewrî tane berew asoy bîrim cima!
Minalekan!
Tuxwa biçin bipirsin lêyan
Bipirsin lewaney çawyan tînî nagate ber pêyan
Metirsin, bipirsin, bilên:
Le seferî dûrgey xwêna
Bo minalan çîtan hêna
Pêman bilên, çîtan hêna!?
Ewey denkegenmêkî çand
Gulegenmî dirwêne kird
Ewey dilopêk xwênî çand
Tabloyekî bo xoy nexşand
Ewey tenya hawarêkî le dem derçû
Gwêy le seday dengî xoy bû
Keçî ême
Kaseserû çaw eçênîn
Baranî xwên beseryana ebarênîn
Hêşta werzî dirwêneşman dyar nîye
Ta gulegenmêk kêlgey ew xwêneşman dyar nîye!
Minalekan!
Zor lemêje daykekanî em wilate
Memkekanyan
Şîrî serbestî tya qate
Zor lemêje kêwekanî em wilate
Pêxemberêkyan tya qate!
Minalekan!
Le agir
idanî çawtana
Min çawerêy zerdeştêkim
Bê, cê bew bitane leq ka
Min çawerêy
Çexmaxey avêstayekim
Bê cergî tarîkî şeq ka
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd