Ebdula Peşêw

Kerbeşer

Bi dengê: Ebdula Peşêw
Diyalekt: Soranî
437
Wilaxî caran xakîw rohsûk bûn
Gwêdêrû bêwey
Bê wirtew pirte
Bê nûkenûk bûn
Hawtewîle bûn
Çi nêrû çi mê çi dêzû çi boz
Yeksimperwer bûn
Ne rêwreçelek bay tê dekirdin
Ne gurew hellay em tîrew ew hoz
Çend çingêk kaw co bes bû bo qinyat
Ne heremseraw bertaşyan hebûn
Ne mîrxezebî têrmûçew berat
Ne destey cêgir
Ne fewcî mêgir
Ne merlemanû tîvîw şateşat
Mirdinekeşyan wek jîn sade bû
Ne şaxû baxû gird bû gilkoyan
Ne gabor dinyay pir dekird boyan
Lê êsta tuxmêk ker peyda buwe
Namûsî kerî çwarpêy birduwe!
Gewaley mêrgû pawanî dinyaş beseryada ka
Heldetozênê
Qinyatî nayêw her têrî naka
Ew tuxmekere
Çi hî ewber bê çi hî embere
Kifre bilêm ker!
Canewerêke seyrû semere
Ne xakîw rendû mende wek çwarpê
Ne akarîşî wek hî beşere
Be caşkoleyî
Sokiratbezêne, zîte, pîtole
Pisporî borsew markêtû mole
Supasalare
Sergeley rane dewletmedare
Ta bîneqaqaş le rîx çeqîbê
Şikoy naşkêtû daşî her sware
Hewr pîne ka hewaş bikêlê
Xoy wa denwênê sergermî kare!
Ew canewere
Kifre bilêm ker
Kerbeşerêke seyrû semere:
Binzewînase
Newtiperwere
Qîbley borîye kabey tankere
Lewdîw sinûran darî tê debirn
Lemdîw sultane, xane, qeysere...
Swarî milyonan zigî qopawû mêşkû mînbere!

07/07/2016 hêlsinkî
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd