«nugre selman»
Afatêkî qelaqela, dûpşikêkî gewre gewrey konkirêtî
Eşkenceyêkî dirêjû kilpeyekî bazneyî
Nugre selman
Jengî mêjûyekî konû qulley zulmêkî zor dûrû menzilêkî bîrçûnewew yadgarê bê pencerew
Ta’ûnêkî xomelasder le naw limdaw kînew riqêkî sirimdî(berdewam, hemîşeyî)
Nugre selman
Qela qelay azarêkî reş dageraw
Tînûyetîyêkî ezelîw pênaseyêk bo winbûnû bo tarîkîw şwênê bo zemanî xedrû cêgeyêk bo pyasey
Zulmû galtey tawan
Nugre selman
Le zistana wişkesermay dem be gwêzan
Le hawîna germayêkî pirûkawî girinc girinc
Cêgeyêk bo pişûdanî nêzey mandû
Şwênê bo nûstinî hewaw ta êware helnesanî
Nugre selman
Çend nexşeyêkî fîrarî nexşesazî
Çend bînayekî helatû le endaze
Çend petayekî rakirdû le des furat
Çend pasewanê le neslî gurgî resen
Nugre selman
«ba»yekî na’umêd witî: byaban bo xoy şerim eka bilê mêjûm binyatî na
Teyrêkî xolawîş witî: min şayetim carêk byaban pêy witim: min şerim ekem wextê namew her postêkim le
Rêy emewe pê biga
Berdî dîwar hemû carê ke pasewan têper ebû înca eyut: ay ke bextêkî reşim bû
Wextê nekiram be dîwarî kitêbxanew yan mektebêw yan xanûy şê’rû çîrokêw yan be berdirêjî
Şeqamî nêw baxêkû em çarenûsem pêbra
Jeke’awî naw bermîlîş
Wextê ke pasewan eroyşit
Ewîş eyut: ay ke bextêkî reşim bû
Ne genmû coyek xwardimyewew ne çûme naw dûperdaxî ’aşiqewew ne befrê serdanî kirdmû min
Şermezarî em ’ebde feqîranem
Dway sûtanim emxonewe
Qelaqela
Şewaneş çiray binmîçî ser ’ebdekan
Wextê eyzanî be tenha ewan lewên
Ewîş eyut: ay ke bextêkî reşim bû
Le jûrserî xoşîyeka danegîrsam
Le jûrserî semayeka
Le jûrserî hîwayeka
Min nem’ewîst em qafley koylane
Leser cêgey derdedarîm
Zerdû jakaw bimbînnewe
Min şerim ekem eyanbînim
Le jêr mina yeke yeke gyan edenû keçî min destewestanmû bo rêzgirtin lem mirdine
Çend satê nakujêmewe!
Qelaqela mirdin lêre bercesteye
Pê’ekenêw qise ekaw seyrit ekaw seyrî ekey
Des le destyewe edeytû bonî ekey
Hel’esêtû da’enîşêw ra’ekşêw
Benaw roha pyase ekat
Mirdin lêre wextê ke dêt
Segelî reş le pêşyewen
Çend keretê dênû eron
Ta şew dadêw ewsa mirdin beryan edate nawmanû
Be yekewe xemû goşt êskekanî em xorbetew jyan exon!
-dway panze sal heta îsteş tînûyetî koçim neşkawe. heta îsteş zemzemîyekew ew çend dilope
Rijawey zarî gewrey ’eskerekem le yad mawe. dway panze sal heta îsteş hemû carê be dirêjayî
Xeyalim tepû tozêk le wirênekanim hel’esê
Le byabanaye çawanmû le qaqridaye tînûyetîm
Hemû carê be panayî em çawerwanîye şêdarem helmêk le rohim hel’esê
Le naw limaye xemanmû le sehradaye temenim
Çawerwanî rwandumîw awîş naye dengim qewzeyê girtûyêtîw dûkelêkim
Ne «ba» emrewênêtewew sêberêkî ta hetayîm
Parçe ’erdêkî hetîwim
Hemû kawlaşî rûnakî le mindaye
Hemû rengêkî kujrawî em dinyaye le çawmaye
Nûke nûkî pelkî daran
Xişexşî gelarêzan
Qirçeqirçî yadgarû wirtewrtî awî şilwêw pûkepûkî gulî jêr pêw herçî balney yek çawew
Kwêrekanîw hemû mesafey dabran le mindaye
Min esyarî nextînekanî tenyayîm
Tenyayyekî sard sard
Tenyayyek ke rojane «ba»yekî bêwejnî perewazew bedbext le deştêkî kilola bîlawênêtewe
Min «zîgarî» naw rengêkim
Janî tya eziringêtewe
Be dyar çîyewe kirûşkem(kêruşke) kirdû?
Dewenî sûtawmû le xom epirsmû bêdengî welamêkî xinkawim edatewe
Lewserî tenyayyewe jinêk dyare!
Jine yaxud kolke dare?
Jinêk dyare
Lewserewe lewserî tenyayyewe
Taqe dirextêkî tenya dyare rût rût
Ewe jine?
Yan dirextî lêw be bare?
Na... direxte
Dirextê le tînûyetî
Dirextê le nezokî
Ne jine
Jinêk le hozî temû mij
Jinêk le momî kujawe
Jinêk le êskî tarîkî
Be dyar çîyewe tirûşkem kirduwe?
Kê dêt? çî dêt?
Le xom epirsmû bêdengî welamêkî sûtawim edatewe
Ey helweday umêdêkî na’umêd!
To lew çoleke qetîse eçî
Ke berdewam xoy be şûşey pencerey jûrêka ekêşêw belam dwacar lenaw lepî destî merga
Mit debêtû «ba»y sardî tenyayî dêtû perî mirdû ra’ejenê
Ne kes dêw ne kes erwa!
Ey rêgey bê rêbwarû ey helweday umêdêkî na’umêd
Ewe her xotî, her xotî, herdûkyan
Koçerîw mal awayîker, her xotî herdûkyan
Xanexwêw mîwan
Her xotî herdûkyan
Nîştimanîşû xerîbî
Hîç balneyek dyar nîye
Çunke hîç asmanêk dyar nîye
Hîç dirextêk dyar nîye
Çunke hîç awêk dyar nîye
Bigerêrewe bo lay xewbeşkû lewêda bibarî
-ey jinekey pir le serabû xolemêş!
Ey çîrokî qij dirêjû firmêsk dirêj!
Min beqed xoşî lêt dûrim
Min beqed beheşt lêt dûrim
Belam hêndey ew dilope diriştaney le kalaney çawekantaw le ruxsarî xolawîta qetîs mawin lêt nizîkim!
Min dûkelkêşî şê’rêkî dûr wilatim
Nawim «mem»ew xelkî «dûz»m
Xelkî deşte tenyakanû kurî dexle sûtawekan
Xelkî deverê newnemam
Tya qemûrew gulû pepûle tya pîrew
Lew naweda ger be rêkewt pêkenînê ledaykibê
Be zigmakî qaqay lalew
Be zigmakî somay xiltanî deycûre
Lem sateda min lêremû le jêr erzaw le mîtroyekî diltenga
Belam çawim le pelkekanî balate
Ke «ba»y ’edem le sehrada çon eyanba
Gwêm le rengite ke nûzey dê
Le êwarey awabûna
Syanze sale
Xurbet buwe be şuqqeyek le nihomî bêzarîda
Şêy be pêstim helhênawe
Xurbet buwe be zimanê le bestênî dabranaw şêy be şê’rû şêy be dengim helhênawe
Xurbet buwe be tepû tozî lênîştû
Le temaşaw le cantakem
Le çawerwanîw xeyalmû le yadgarû çawîlkem!
Syanze sale
Xurbet buwe be hawsermû min lem jine payîzeye heta îste
Deyan minale xezanî qijzerd qijzerdem lê buwe
Êre
Pirpire le gilop
Keçî min hêşta tarmayîm
Axir çîbkem
Min şewanî «dûz»m tyaye!
Êre hemû her şeqamî gul gulîyew epartimanî şûşeyyew kaftiryay zerdû sûrew keçî min hêşta
Le naxa
Her qurawîm
«axir çîbkem!
Min her kolanî mendelîw bedrem tyaye!»
Êre pirpire le semaw le balêtû le helfirînî goranîw le nîştinewey kotrî maçû keçî min hêşta her
Lalim!
Axir çîbkem!
Min qafley berew xwarû «kalê»m tyaye!
Eçme derê, ebme pepûle payîze
«ba»y germên dêw embaw embaw emka be naw bazarêkî şûşebenda
Cêge ewende xawêne kogayş hênde êsk sûke, le leşî taze xoştûy jinêk eçê sipî sipîw be
Çirîske
Sopermarkêt, nihom nihom, bejnû balay awêneyew sitrêcêkî tesk le berdaw gulmî laran deperîwew
Nawik dyarew le serewe bo xwarewe, temaşay şîn
Be pilîkey karebada dête xwarêw ser’ekewêw le berdemî fwareyekî pemeyîda sema eka
Axir çîbkem!?
Min dû çawî em xurbetem
Bedbextîşin
Le berdemî zimrûtamû le berdemî gewheramû le berdemî yaqûtamû keçî lêm ebin be mûrûw
Berdeşînekey milî kîjê le xaneqîn
Axir çîbkem!?
Min surahîyek kirîstal hel’egirmû wird wird temaşay ekemû keçî kirîstal le desmaw le paş qeyrê
Egordirêtû ebê be gozey gilesûr!
Axir çîbkem!?
Renge min şê’rêkî gewc bim!
Dest edeme, tazetrîn, girantirîn
Reftey awrîşmînî dinyaw helî’egirim
Keçî lepir ew refteye leber dîdem
Ebêtewe be sirkeyye
Zor konekey ewsay daykim
Axir çîbkem!?
Min cwankiwêrim! yaxud şêtim!
Eçme berdemî kilawê
Le tûkî qû dirustikiraw
Şilû şilû nerim nerim
Helî’egirim... eykeme ser
Wextê eçme ber awêne
Kilawî qû ebêtewe
Be kilête negbetekey ewsay bawkim!
Axir çîbkem! min ke çawim hî xom nebêw hî kalê bê
Min ke gwêçkem hî xom nebêw hî dewenû hî darê bêw min ke rohim hî xom nebêw hî wilatû hî xakê bê
Her wam lêdê! axir çîbkem!?
Dwanze sal bû şa’îreke le jêrzemîneke hatbuwe derê. dwanze sal bû le ber hetawa şê’rî enûsî belam hêşta heway jehrawî le bexa hukmidar bû. ta ew rojey mêjûy berberîyekan bûmelerzeyekî
Gewre lêydaw qehtanû ’ednanû deham tefrû tuna bûn. yek le dway yek goristanî çirakan
Edozranewe. legel heldanewey çwarem goristana, şa’îreke çwar şê’rî leser balay pîremegrûn nûsî
Yekem:
Guman
Guman guman guman ekem
Natwanin byandoznewe
Her hemûyan nadoznewe
Ew hemû mangî jêr xolew ew hemû xorî jêr gilew ew hemû êskû piruskî goranîyanew ew
Hemû reşerêhaney germîyanew ew hemû qaspey befranew yek be yekî ew gul estêrey deştanew
Yek be yekî ew hemû aske winbuwane
Guman guman guman ekem
Natwanin byandoznewe
Her hemûyan nadoznewe
Em heffarane biçûkin
Em heffarane etirsin
Êwe biron le ’embarî heffarey ew dinyawe
Ke bo helkendinî dozex danrawin
A lewêwe
Êwe heffarey xwa bênin
Heffareyêk be yek keret
Le zaxowe hetakû faw
Serî ’êraq helbatewe!
Duwem şê’ir:
Peykerê êsk, sipî sipî
Milwankeyêkî pemeyîw takê baznî şûşeyî
Şipirzew mat, pyawêk hatû danewîyewew fûyekî kird
Le demû çawî xolawî peykereke
Heykeleke kewte qise:
-oh pyaweke
Çend demêke em sirweye lêy nedawim!
Milwankeke
Le naw destî pyawekeda kewte cûlew ewîş witî: çend demêke em xatûney min nûstuwe
Çendî şil bûm be gerdinî em helnesaw toyş nehatî
Bazneke ewîş witî: çend demêke em xatûney min xewtuwe
Her helnesaw çendîş gewrebûm be desî
Le dway fûyek ke pyaweke seyrî baznî şûşey kird
Wirditir bowe
Le naw henawî şûşeda
Serçawî ’eskerêkî tya mabowe
Le nawçewanî nûsrabû:
Qyametû heşrî enfalî ’irûbe!
Sêhem şê’ir:
Le çalêkî heştaw heştida
Min serînû bûke şûşey minalêkim helgirtewe
Le naw şê’raw legel xoma hênamnewe bo malewe!
Ke şew dahat, wextî nûstin
Serînekey xom firêdaw serim kirde ser serînî minalekew îtir min takû beyanî
Her xewnekanî pepûlew kanîm bînî!
Bo sibeynêş
Satê ke çawim kirdewe
Temaşam kird
Bûm be kiçû biçûk biçûk bûmetewew pirç dirêjû şeş salanim
Şê’ir hat neynasîmewe
Awaz hat neynasîmewe
Çîrok hat neynasîmewe
Ewey ke minî nasîyewe
Serînî daykî kiçekew gwareyêkî becêmawî kiçeke bû
Çwarim şê’ir:
Bew serewe
Teyrêk le naw dûkelewe
Ke minî dî
Hate xwarêw rêk beramberim nîştewe
Yekemcar bû teyrê bibînim ’emamey le serda bê!
Witî: to emnasîtewe
Witim: tenha şêwet ekem
Witî: min nawim necefew le şê’rî cewahîrya yekman dîwe!
Ke tozê lêy wirdibûmewe
Witim: waye!
Witî: to her çalî balnekanî xot baskird
To her momit leser gorî qurbanîyekanî xot helkird
Belam axir...
Nemhêşt qisekey tewaw ka
Witim: hêşta min firînim berdewamew negeyştûmete naw dilit
Witî: tenha min yek qisem pêyew erom!
Emcareyan êmew êwe
Le goristanî çirada
Le rêy êskû piruskewe
Le naw mirdina bo jyan be tewawî bûyn be bira!
???*= watay ew wişeyeman bo rûn nebuwetewe, tikaye eger deyzanin pêmanî bilên.