Ey mang min û to herdû hawderdîn
Herdû giriftar yek ahî serdîn
To wêl û reng zerd be asmanewe
Minîş derbeder be şaranewe
Dexîltim ey mang qîbley dildaran
Dermanî derdî diley bîmaran
Şewêke û emşew bigere firyam
Bê yar û hawdem ’aciz û tenham
Dilzar û bêzar û pest û xemgînim
Dilzar û bêzar û xeylê xemgînim
Gîrodey dawî leylî şîrînim
Dilbendî ’eşqî ew belek çawem
Şêt û şeyday egrîce xawim
Lewsawe ewm kewtote xeyal
Giryane pîşem bûme koy zuxal
Ey mang to şu’ley ’eşqî pîrozî
To neş’ebexşî diley bisozî
Qesemit edem be ’eşq û cwanî
Benesîmekey berî beyanî
Beserhatî xot bo min beyan ke
Derdî giranim nextê asan ke