Legel xem bûme hawdem dem be dem her şîne kirdarim
Neka bawir nekey tuxwa bibîne rengû ruxsarim
Jyanim wek nemane bezmû şayîw şîwenî germe
Be dîmen ’aqlû jîrim belam dêwane reftarim
Be corê derdî dûrît karî kirde ban benî cestem
Hemîşe matû xemgînû zelîlû dîlû bîmarim
Nexwazela le katêka lebatî mujdeyî wesilit
Welamêkî fîraqit daye dest cestey birîndarim
Deba îtir tehemul kem nebûnî nûrî dû çawit
Le rêgay şaxû daxî dil ewdalî weslî dildarim
Legel xem bûme hawdem dem be dem her şîne kirdarim
Neka bawir nekey tuxwa bibîne rengû ruxsarim
Jyanim wek nemane bezmû şayîw şîwenî germe
Be dîmen ’aqlû jîrim belam dêwane reftarim