Le perasûy şehîdanî
Her sî saley birakujî
Cengelêkî çirû tijî
Rast kenewe le berdemyan
Xwardineweyan ba rondik bê
Tozî xwên bê her sê jemyan
Be dûkelî ahî daykan qangyan biden
Çawî sûryan pir çiqil ken
Lê negerên kurdikujekan bigene sedey dahatû
Newek ewîş awegil ken!
Ke birakujêk debînim
Bawer ken rişanewem dê
Ta beyanî heda nadem
Daym emdîw ewdîw dekem
Sed qonaxîş dûr kewmewe
Bonî lakî makerêkî topîw dekem!