Ebdula Peşêw

Eger Dîsan

Bi dengê: Ebdula Peşêw
Diyalekt: Soranî
441
Eger dîsan
Xwa lawîman bidatewe
Wek xelatêkî asmanî
Eger siruşt
Pirawpirman bikatewe
Le kilpew gir şêtîw cwanî:
Emcareyan
Le pênawta
Kam ber herame ew dexom
Kame yasa asmanîye ew deşkênim
Limû lîtey binî deryaş heşarit da
Wek mirwarî derit dênim
Xom radestî qeder nakem
Dinyaş destim lê berbida
Emcareyan hergîz destit lê bernadem...
Emcareyan
Nîweşewêk
Ke tarîkî tîx neybirêw
Siruşt hemûy bepêwe bê
Befir ta çokan kewtibê
Baw boranû kirêwe bê
Be hespêkî birûskeyî helt degirim
Kej be kejû yal be yalû newal newal detfirênim
Her şewêkû le kuncêka qonax degrîn
Ta wilatêk bo xomû xot de’efrênim
Lewênderê qet nahêlim
Şwênêk hebê le lanekey ême kirtir
Qet nahêlim kesêk hebê
Le to şadû terubritir
Le min şêtû evîndarû berzefritir
Hemû rojê
Be lwêçî dest
Şîley hewrit le dem dekem
Şi’ir leser qedî daran denexşênim
Her birûskêk çexmaxe da
Rêy lê degirim
Girî petî lê desênim
Hezar xozge
Hezar xozge
Dîsan lawî arayştî dedaynewe
Wek xelatêkî asmanî
Hezar birya
Dîsan tijî debûynewe
Le kilpew gir şêtîw cwanî...
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd