Nasir Rezazî

Yarim Demêke Bê Hewal Mawe

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
455
Yarim demêke bê hewal mawe
Wa dyare êstaş le min torawe

Ke dête yadim bendî tenawî
Ya zulfî reşû egrîcey xawî
Ya kulmî geşû nermû nyanî
Şêtû şeydame herdem le tawî
Yarim demêke bê hewal mawe
Wa dyare êstaş dilî gorawe
Yarim demêke bê hewal mawe
Wa dyare dîsan le min torawe

Ke dête yadim şewanî şadî
Katî seyranû xoşîw azadî
Wekû dêwane serim cêmawe
Kêwan depêwim be namuradî
Yarim demêke bê hewal mawe
Wa dyare êstaş dilî gorawe
Yarim demêke bê hewal mawe
Wa dyare dîsan le min torawe

Ke dête yadim bendî tenawî
Ya zulfî reşû egrîcey xawî
Ya kulmî geşû nermû nyanî
Şêtû şêdame herdem le tawî
Yarim demêke bê hewal mawe
Wa dyare êstaş le min torawe
Yarim demêke bê hewal mawe
Wa dyare dîsan le min torawe
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd