Homer Dizeyî

Amînêm Taqaney Dayê

Bi dengê: Homer Dizeyî
Diyalekt: Soranî
293
Ey role dyarim deyrî ’aşiqe
Cê be sutin bê lewê egirim
Ke min miştê çilû çêw bim
Lale beçî bim kelkî kê egirim

Nazanim qurbanî kwêt bim
Qurbanî gwarey le gwêt bim
Qurbanî lencey royînit bim
Amînêm taqaney dayê
Amînêm taqaney dayê
Sed birya qet nemdîbayê
Ke dîm dezgîranim bayê
Amînêm taqaney dayê

Zulifit be rûtda danawe
Be bay îşwey dexulanewe
Konebrînim dekulanewe
Amînêm taqaney dayê
Amînêm taqaney dayê
Ayşegulew fatmew re’nayê
Le çwaran yek lêre bayê
Amînêm taqaney dayê

Çendî dekem dil pîr nabê
Destim le memkan gîr nabê
Yarim mindalew bom jîr nabê
Amînêm taqaney dayê
Amînêm taqaney dayê
Sed şêxû melay dinyayê
Hemûm bo hêna ricayê
Zalim bab legelim nayê