Nasir Rezazî

Şîlan Şîlan

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
308
Şîlan şîlan berêwe
Ay şîrîne be rengû şêwe
Şêtû dêwaney kirdûm lerey ew cûte sêwe
Hênde naskû nazdare be gulû rêhan bexêwe

Gul estêrey ewîne esmerew xwên şîrîne
Serçawey pêkenîne sirwey beharî jîne
Şîlan şîlan berêwe
Ay şîrîne be rengû şêwe
Şêtû dêwaney kirdûm lerey ew cûte sêwe
Hênde naskû nazdare be gulû rêhan bexêwe

Bejnî şetlî lawêne nazdarew xemrewêne
Esmerew dilrifêne hênd cwane sertezêne
Şîlan şîlan berêwe
Ay şîrîne be rengû şêwe
Şêtû dêwaney kirdûm lerey ew cûte sêwe
Hênde naskû nazdare be gulû rêhan bexêwe

Wekû mamz derwanê lenaw gerî dîlanê
Be awatî ew rojem carêk bom bête jwanê
Şîlan şîlan berêwe
Ay şîrîne be rengû şêwe
Şêtû dêwaney kirdûm lerey ew cûte sêwe
Hênde naskû nazdare be gulû rêhan bexêwe
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd