Kalê Ateşî

Min Ew Dîlem

Bi dengê: Kalê Ateşî
Diyalekt: Soranî
234
Min ew dîlem le zîndanî tarîka
Hetawî bîr rûnak eka berçawim
Be naw hezar helqey dawî barîka
Qefî zincîr epçirênê hengawim
Min ew dîlem le pişt şûray polawe
Asoy hîway geşim hergîz win nakem

Be girî sûr be rûy asman nûsra
Bende bendey ayîn namey birwakem
Madam hêzî zorbey gelim le pişte
Dirk gulew tirs arame bo xwastim
Min ew dîlem le pişt şûray polawe
Asoy hîway geşim hergîz win nakem

Min ew dîlem ke sirincî bê bakim
Sil le çawî pir le qînî zeq nakem
Daneçîrey gurgî harî ser lakim
Zatî gyanî nelerzîwim leq nakem
Min ew dîlem le pişt şûray polawe
Asoy hîway geşim hergîz win nakem

Min ew dîlem ke sirincî bê bakim
Sil le çawî pir le qînî zeq nakem
Min ew dîlem ke dîlkerî zordarim
Dilî leber gurî nalem elerzê
Ta şirtir ka kelbey leşî zamdarim
Xoy xiraptir lenaw xwêna egewzê!
Min ew dîlem le pişt şûray polawe
Asoy hîway geşim hergîz win nakem