Ebdula Peşêw

Çawm Tarîke

Bi dengê: Ebdula Peşêw
Diyalekt: Soranî
417
Çawim tarîke, dilim bê xulya
Lêm gerên bo xom tenya bim, tenya
Wekû bîrêkî feramoşkiraw
Ke yek pişke’aw nebê le binya
Nîştimyanî min şanîştîman bû
Ax, sedey pîtrol
Ax, gazû kîmya!
Ax çîyan lê kird:
Teresî ’ocew
Gay biney xoyîw
Gewadî dinya!

Tirûskegrêk hêşta her mawe
Le agir
idanî gyanî pir birya...
Her fûy lê dekem
Belkû rojêk bê berbête sedey gobilzû bêrya!
Wa tepey pê dê
Gwê helxe, dile
Ey biznekêwî çawmarî wirya!
Kêye?
Kurdistan!
Teblekî kadrêy mafî mirovû pirolîtarya
Were jûrewe!
Ey ew çawaney legel giryanyan kesêk negrya
Kê be qeder to taqî kirayewe
Kê wek to dilî kira be momya?
Kê le muxteber hênde mayewe?
Kam mel
Kam ajel
Kam kar
Kam gya
Were jûrewe! xoşewîstekem
Were jûrewe xoşewîstekem
Were bin balim, binû dilnya
Ewey deydûrim yek le duwane:
«kifin ya alay tiropkî çya»
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd