Çima min çorexwêne dagîrsaweketan nîm?
Min xencere hemîşe helkêşraweketan nîm?
Çima min melî tîjbalî dawdozî rewektan nîm?
Le xewbaranda zengû le tofanda kelekû le rojî bestelekda agir
idanû germektan nîm?
Çi zû pêm gutin
Çi zû pêm gutin kundeboyanî kelawenşîn
Çawyan hel nayê be rojî rûnak
Çi zû pêm gutin ew xertelane aram nagirin ta zêdekeman neken be kelak
Êstaş têm nagen, lêm bedgumanin
De çak bizanin
Ew wanekane sibeynan bazî deznidexorî newey heccacin
Nîweroyanîş çawsaxî ordûy dimdimişkênin
’esran tajîley çwarpel bexeney ’irûbey şamin
Le heremseray alî ’usmanîş, şewan be nore hetîwxesênin
Hêşta têm nagen, lêm bedgumanin
De çak bizanin
Her kanîyek ewan awî zeqnebût ken
Hîşkaw dênê
Dobirn dobirn dobir
Her dirextêk le sayeyda ewan binûn bê ber debê
Ta’ûnin ta’ûnin ta’ûn
Le her cêyêk gera bixen
Towî mergî pê werdebê
Kuçkireşin
Kuçkireşin kuçkireşin kuçkireşin
Bilê hanê, eme alay serfirazî
Ewan kifinit bo heldeken
Bilê hanê, eme kewserî serkewtin
Ewan jarî têşkanî têkeldeken
Xoryan wek tac leser binê
Tîşkekanî detarênin
Şorabeyan bo zîn bike
Limî daxbû debarênin
Ew hînane, ew hînane şengeberey darî jarî berbîngimanin
Dû lagunû sed batmanî
Mêrdezmey ser sîngimanin
Hêşta têm nagen, lêm bedgumanin
De çak bizanin
Ta sêberî ewan mabê
Ne bayezîd xanî debê
Ne gorqereç hacî qadir
Ta sêberî ewan mabê
Kurdistanman wek dêleyêk debê cêgey ber dirga bê
Her bitrekêw hetakû dinya dinya bê
Derzin derzin, texar texar
Tûtkexefîw birakujê lê peyda bê
Ta sêberî ewan mabê
Her be şikist toley şikist dekeynewe
Her be maç welamî enfal dedeynewe
Be tiryakî helebceyêk, helebceyêk lebîr xoman debeynewe
Ta sêberî ewan mabê
Debê herwa be umêdî firoy çewrî berxenêr bîn
Çaw le hêlkey dûzerdêney keleşêr bîn
Ta sêberî ewan mabê
Hercarew gundêk, şarêkman
Le perdey ’oceyêk deken wekû kerkûk
Lemla debne awelzawaw deqrîwênin
Lewlaş debin be daykî bûk
Êstaş têm nagen, lêm bedgumanin
De çak bizanin
Kurdistanî ême aşe
Kurdistanî ême aşew serkirdekanîş aşewan
Kurd baraşew harînekey be qonterat dirawe be wan