Kerkûk ey xunçey helwerîw
Tasey xinkaw, ho xor nedîw
Bênazekem xaney dizraw
Ho xendey min, ey kilî çaw
Sal hatû çû be hêmnî
To her dezgîranî minî
Xoşewîstû yarî minî
To goranîw dengî minî
Dildarekem babegurgur katê hatim eger witim
Babegurgur begur hatûm bo kur hatûm
Bawir nekey
Emcareyan bo raz hatûm
Mindalêkî birsîw rûtim
Le xwaney ber agir
idanit
Bo jîn hatûm, bo jîn hatûm
Babegurgur bawanekem eger şewê kesê namo
Eger bejnê mandûw damaw xerîbe be çawekanî to
Destû baskî nebûnewe nebûnewe le gerdinit
Her neytiwanî hîç şitê bilê her wirdibuwewe le cwanî to
Ewe minim hatûm bo lat
Birsîw rûtû ’aczû mat
Lanewazû şirolew lat
Hatûm lêt deparêmewe
Hanê kurekem berewe
Heta mirdin memderewe
Tenha regî dûberekîm
Le naxewe bo bibrewe
Sal hatû çû be hêmnî
To her dezgîranî minî
Xoşewîstû yarî minî
To goranîw dengî minî
Honrawe: burhan muftî