Murad Kawe

Bîrî Xak û Nîştiman

Bi dengê: Murad Kawe
Diyalekt: Soranî
198
Çende dawa kem le dil tozêkî dîkeş bisrewe
Çend le çawanim bwê firmêskî hesret bisrewe
Çend belênî hatnî rojû nemanî şew bidem
Çend temenna kem necatim bê le şûmîy em şewe
Jînî namoy henderan hestû biristî lê birîm
Şew nîye bê bîrî xakû nîştiman sernêmewe

Xakekem dabeşkirawî destî çwar dagîrkere
Key dega ew roje pîrozey ke têkel bibmewe
Min be awatim wekû însan be azadî bijîm
Bête dî ew roje dagîrker nemênêw bêmewe
Jînî namoy henderan hestû biristî lê birîm
Şew nîye bê bîrî xakû nîştiman sernêmewe

Zêdî min dagîrû emnîş wek pepûley dewrî şem
Êste hatûmû be dewrîda ewa dexulêmewe
Min esîrû pîrî janû êşî derdî xurbetim
Arezûme nîştimanî xom le amêz girmewe
Jînî namoy henderan hestû biristî lê birîm
Şew nîye bê bîrî xakû nîştiman sernêmewe