Çûme ser senger, senger sûr bibû
Dîm kurekurdê birîndar bibû
Be gulley dujmin singî çirjabû
Le ser em xake xwênî rijabû
Wesyetî dekird be birîndarî
Dilî her berdêk ehate zarî
Bilên be daykim negrê behane
Jînim le rêgay nîştiman dana
Bilên be babim ax helnekêşê
Dujminî hestim le xwên helkêşê
Neken serapa reşî bipoşin
Ba nelê dujmin dil be peroşin
Çûme ser senger, senger sûr bibû
Dîm kurekurdê birîndar bibû
Silaw lew daykey kujrawe roley
Daym hewlyetî bistênê toley
Silaw lew daykey roley kujrawe
Korpe cwanekey nêçîrî rawe
Çawbegryanû cerg kunkune
Cergibrawî destî dujmine
Çûme ser senger, senger sûr bibû
Dîm kurekurdê birîndar bibû