Hesen Derzî

Şar

Bi dengê: Hesen Derzî
Diyalekt: Soranî
322
Gulim dilim pire le derd û kul
Delêm birom le şareket
Delîm be camê awî kanyawî dêyekem
elacî kem kulî dilî prim
Le derdî întizareket

Werez bû giyanî min le şar û hareharî ew
Le rojî çilkinî nexoş û taw û yawî şew
Delêm birom le şareket gulim
Le şare pir hawareket
Birome dêyî ke mangeşew bizête naw gizem
Çilon bijîm le şareket
Ke pir be dil djî gizem
Delêm birom le şareket gulim
Le şare pir hawareket

Le şareket ke remzî asin û minareye
Melî ewîn xewareye
Delêy le dewrî dest û pêm
Ewey ke têl û tan û rayele kelepçeye
Şareket ke mendî dûkele
Ke dête der le malî dewlemen
We tîşkî bê gunahî xor exate bend

Le her şeqam û kuçeyek
Şeporî şînedêt berew dilim
Destî germî aşna niye ke eyguşim
Destî çêwye
Le şareket zelîle şêr gulim
Awî rêwye
Be her nîgayek û pe tayeka
Delêm birom le şareket gulim
Delîm birom le şareket gulim

Delêm brom le şareket gulim
Le şarî to le banî
erşe qundrey draw
Şareket aske ciwanekem
Teske bo ewîn û bo xefet heraw

Gulim! Herêmî zong û zel
Çon debête care gul
Kê le şarî to
Le şarî qatilî hejar
Gwê dedate ayetî perawî dil
Minê ke goşî tawî germe
Ber dewarekey eşîretim
Be daretermî kuçe tengekanî şareket
Ra nehatwe leşim

Binarî pir beharî dê rengî sur û şîn
Eda le şîri û atfey geşim
Delêm birom le şareket gulim
Delêm birom le şareket