 
	Cwanperistim cwanperistim
Be dîdarî cwanan mestim
Ke debînim kîjî terpoş
Gişt xemê dekem feramoş
Ke kîjêkî cwan debînim
Sarêj debnewe birînim
Hey lê lêye wey lo loye
Le kurdistan xoştir kwêye
Ke nazdarê dê radebrê
Dilî sardibûm gir degrê
Ke çaw le çawanî debirim
Be asmanêda heldefirim
Ke rêk deguşim pencey nerim
Leşî sardim debê germ
Hey lê lêye wey lo loye
Ax lê lêye wey lo loye
Le kurdistan xoştir kwêye
Yarî nabînim le kesda hozî yaran çûne kwê
Dabî dostî key tewawbû yarî caran çûne kwê
Ew wilate şarî yarû mîhrebanan bû serêk
Mîhrebanî key tewawbû yarî şaran çûne kwê
Bizey şîrînî ser lêwê
Hestî pîranem debzêwê
Nazî şoxêkî nazenîn
Dembate beheştî berîn
Hey awatî pîrozî min
Xoşî dilî besozî min
Hey lê lêye wey lo loye
Le kurdistan xoştir kwêye