Eyûb Elî

Hîwa

Bi dengê: Eyûb Elî
Diyalekt: Soranî
428
Hewalit naye azîz nameyek naye
Seferit kirdû delêy minit bîr naye
Xo min be bê to azîz bêkes bênazim
Le dunya bes toy azîz hawrêw hawrazim
Delên çen dûr bê azîz beynî dildaran
Le yadî naken wefaw yadgarî caran
Çen xoşe katê yarim namey tom bo dê
Tasey em dile pirxemem deşkê
Hewalit naye yarim nameyek naye
Seferit kirdû minit bîr naye

Ew gule sûrey dat pêm hîway ’îşqê bû
Lay min hetakû ebed geşew zînduwe
Herçî le twêy defterî yadgarîyekanme
Rengû boy lê birawew wişkû sîs buwe
Ewînî pakû azîz wefay min waye
Her çawerwanim ’îşqit her le dilmaye
Hewalit naye azîz nameyek naye
Seferit kirdû delêy minit bîr naye
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd