Eyûb Elî

Lêm Mepirse

Bi dengê: Eyûb Elî
Diyalekt: Soranî
448
Lêm mepirse lêm mepirse hîç hewalî min mepirse
Ewey rûyda çarenûse, qederêkew têydam êsta
Lêm mepirse ta bizanî axo zîndûm ya xo mirdûm
Ta bizanî em ’îşqey to bê wefayît çî lêkirdûm
Ne hez ekem serdanim key, ne bitbînmewe be rêkewt
’îşqit bo min xezanêk bû gelaw gulî baxî dil kewt
Lêm mepirse lêm mepirse hewalî min mepirse hewalî min mepirse

To ewende le hestit dam, heta bêdeng le destit dam
Raste min be zarî xom hatim pêm witî momî tom
Pêt wabû heta mabim bimsûtênî tewaw nabim
Hezim ekird carubarê bimsûtênî bo şewgarê
Lebrî xot bimtikênî ta firmêskî xot nebarê
Ta firmêskî xot nebarê
Belam to le çiraxana her bo sûtan minit dana
Îtir minîş twamewe, wa bê rûnakî mamewe

Lêm mepirse lêm mepirse hîç hewalî min mepirse
Ewey rûyda çarenûse, qederêkew têydam êsta
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd