Eyûb Elî

Werzî Sefere Werzî Dabran

Bi dengê: Eyûb Elî
Diyalekt: Soranî
449
Emro dwaroje dwadîdarmane
Dwarojî ’eşqû dildarîmane
Çî be to bilêm bo mal’awayî
Ewe min erom berew tenhayî
Werzî sefere werzî dabran
Çon yekman nasî bo azarû jan

Renge salanêk legel azara
Le naw namoyî xelkanû şara
Jîn beser berim dûr le ’eşqî to
Takû demkujê tasey dûrî to
Werzî sefere werzî dabran
Çon yekman nasî bo azarû jan
Werzî sefere werzî dabran
Sexte wek merge be bê to jyan

Ba mala’awayî keyn be yekcarî
Bîde be destim dwanamew dyarî
Yadgarî emroş binûse gyane
Emro kotayî yadgarîyekane
Werzî sefere werzî dabran
Sexte wek merge be bê to jyan
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd