Hesen Derzî

Giryanî Nîweşew

Bi dengê: Hesen Derzî
Diyalekt: Soranî
387
Şewane ew demaney şew degate katî nîwey şew
Xelik nûstûn le çawî min keser dîsan rewandî xew
Skutêkî besam sertaserî em dêye dadegirê
Delêy her zîndewarêkî heye lem dêyeda demrê
Delêy her zîndewarêkî heye lem dêyeda demrê

Tek û tenya be aramî deçim bo girdekey ber dê
Be diltengî û kiz û xemnakî radekşêm leser berdê
Dekem ca seyrî estêran û heldemijim şney şewba
Şew bêdengî çi xoşe hemîşe xozge her şew ba

Wekû awalî çak estêrekan gwê radedêrn bom
Heta boyan beyan kem mû be mû razî derûnî xom
Kulim heldestê û ew care leber derdim denalênim
Heta agrî dilim dekujêtewe esrîn debarênim

Şewane ger nekem ew şîwen û nalîn û giryane
Desûtênê wicûdim agrî em cerge biryane
Belê giryanî nîwey şew deka nasorî dil merhem
Kul û kom dademrikênê û becê dêlê dilî min xem
Kul û kom dademrikênê û becê dêlê dilî min xem