Tahîr Xelîlî

Raperîwm

Bi dengê: Tahîr Xelîlî
Diyalekt: Soranî
332
Raperîwim wa le korî bezmî têkoşanewe
Şan be şanî rolekanî nîştimanî cwanewe
Min le nêw korî xebatû rencî bê payanewe
Ser le pênawim le xizmet xakî kurdistanewe
Helgirî beydaxî sûrî rêy şehîdanim emin

Çomî xurênî beharanim pişûdanim nîye
Bê wiçan herwa dehajêmû hedadanim nîye
Min şepolî serkeşî deryamû aramim nîye
Ger be serbestî nejîm min jînî pestîm bo çîye?
Hajehajî qelbezey befrawî kwêstanim emin

Şêrî meydanî neberdû raperînim her be gur
Min be nirkem dadexurpênim dilî dujmin lepir
Wêneyî darebenî pîrim bedem kwêstanî çir
Bazî bê perwam emin, pîrehelomû berzefir
Wek birûskew girmeyî hewrî beharanim emin

Helkirawî şorşim min kilpeklipî agir im
Her wekû pola beramber dujminim xoragirim
Min leser dawa rewakem sûrmû pêdagirim
Dest leser amancî berzim bo ebed helnagirim
Nabezim pêşengî rêbazî gelim merdim emin

Honrawey ’ebdulxalq neqîb