Min ew dîlem amancim qîbley gişte
Ba samdar bêw pirdirk bê rêy rastim
Madam hêzî zorbey gelim le pişte
Dirk gulew tirs arame bo xwastim
Daye malawa berew têkoşan
Erom be xakim pêşkeş ekem gyan
Ke dujmin hemû kurd bixinkênê
Zor nenge tenya rolet bimênê
Ew hejaraney le mal der kiran
Ew dilsozaney be pet xinkêndiran
Ew hejaraney le mal der kiran
Ew dilsozaney ber gulle diran
Çawerêy minin heqyan bistênim
Xem mexo daye şadît bo dênim
Daye malawa berew têkoşan
Erom be xakim pêşkeş ekem gyan
Ke dujmin hemû kurd bixinkênê
Zor nenge tenya rolet bimênê
Ger şehîd kiram bom negrî daye
Webalî weten le estomaye
Ta wekû dujmin xwênman birjênê
Gulalesûre zor ser derdênê
Daye malawa berew têkoşan
Erom be xakim pêşkeş ekem gyan
Ke dujmin hemû kurd bixinkênê
Zor nenge tenya rolet bimênê
Pêm xoşe lat bim katî azadî
Takû derûnit pir kem le şadî
Belam daye gyan ger min nehatim
Têr maç ke çawî hawrêy xebatim
Daye malawa berew têkoşan
Erom be xakim pêşkeş ekem gyan
Ke dujmin hemû kurd bixinkênê
Zor nenge tenya rolet bimênê