Nasir Rezazî

Şarekem

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
302
Çerxî çewaşey bê aman zû daybirîm le nîştiman
Çerxî çepgerd way hêna bom aware bûm le şarî xom

Baxî beheşt bê henderan bo min her derdû mateme
Bîrim her lay kurdistane boye dilim pir le xeme

Şeketim le jyanî ewê le em jîne xewareye
Belam çî bikem em xelkey min êstakeş her awareye

Şewû roj her wam le xeyal efirim wekû kotir be bal
Berew asmanî şarekem bo lay xelke hejarekem

Keçî şar her wekû şewe rayçilekandim lew xewe
Lepir be dem giryanewe be derdû êşû janewe

Dîsan berew rê bûmewe berew henderan çûmewe
Awareyî bû be beşim birwane firmêskî geşim
Nardinî deq: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî