Hesen Derzî

Şarî Dil

Bi dengê: Hesen Derzî
Diyalekt: Soranî
317
Gulekem! Şarî dilim payîze lêy dawe biro
To geşî, heldepirûkêy, meye ew nawe biro
Bulbulî bêkesî dim pir le hera ciwab ke, bilê:
To debê her qefesî bî, beşe, wa birawe, biro
Hemû kes lêre dezanin ke diney şê’rî minî
Le hemû bezmê ewînî min û to qawe biro
To heloy berzefirî, şarî dilim nizme lebot
Bêbela bî gulekem! Kwa ewe cêy rawe? Biro
Her debê rojê be azadî legel yek bidwêyn
Êste wa dil be temî wistewe tasawe biro
Ger detrisî lewe “Aso” xemî toy derçê le dil
Ta ebed tewqî wefay toy le mila mawe, biro

Çolgeye û kakîbekakî, nîye têyda neferê
Rêgey em şare be dawî xeme tenrawe biro
Namewê pêt le çilî dawî xemê gîrbê gulim!
Zulfî to bo dilî sedha wekû min dawe biro
Gulekem! Şarî dilim bombî cefay bû be xelat
Ta leşt bem gremişqale nesûtawe bro