Wilatanî têrî cîhan defterêkî sûryan heye
Bo ew melû gyandaraney ke kuştinyan qedexeye
Dawa dekem le yonîsko le deftere sûrekeyda nawî minîş tomar bika
Le rawkerû bazirganan kewlû pêstim rizgar bika
Ne xizokim be xişpeyêk têteqênim xerendû heldêrû telan
Ne de’başim be kelbe bêçû helgirim kuneşaxêk bikem be lan
Ne balindem, ’erd derim ka derkey asman vekem be bal
Ne masîşim gerdaw helka naxî derya penam bidaw pey pêm neba çawî xeyal
Min hemû nîm dûpêyekim
Keçî ewa zerdewaley dûpê demxon
Têm alawin le rastû çep, le xwarû jûr
Tikam lête penam bide defterî sûr