Ednan Kerîm

Helebce

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
208
Dilû cergim be sozî dengî êwe
Esûtê korî lawanî helebce
Le xemtana heta mirdin şerîkim
Be şe’rê debme mîwanî helebce

Xudaye xot dezanî çende zore
Leser cergû dilim janî helebce
Be şe’rêkî terî wek çawî êwe
Delawênim minalanî helebce

Be yadî baweşî babî şehîdim
Be gorî korpekey cwanî helebce
Be yadî ew gulaney helpirûzan
Leser kûçew le kolanî helebce
Beyadî ew dilaney helpirûzan
Leser kûçew le kolanî helebce
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd