Hesen Derzî

Gewherê

Bi dengê: Hesen Derzî
Diyalekt: Soranî
574
Ey felek rasto nebî bo hîç û pûçîy dewreket
Gurg ebête şwanî ran û diz ebête ewlya

Gul eger ’eqlî hebê qet ser le xak nakate der
Çunke rojî dirk û dale, germî bazarî gya

Bê heyayî bawe emro qur beserda ka heya
Kendelan serberze wişade xo bişarêto çya

Gewherê gyan gewherê ba xem birwa şadî bê
Sozî raz û ewînit, kiçê be espayî û estem dê
Xoşî lew wilateyda, kiçê be zor derwa û be kem dê
Ew rojem le xuda dewê, wey ger feyzêkit bo dil bê

Le yarî xom zîz bûm, wey le ’alem waye gêjim
Sewdaye le serî dam , kiçê wek bulbulan debêjim
Çi birîn le xom şik nabem gulim, wey bê birîn xwênaw derêjim

Gewherê gyan gewherê çaw baz û ebro kewan
Le gerdinî xot werdawe kiçê, le’il û yaqut û mercan
Şêxî sen’an bitbînê gulim, wey bot la deda le îman