Detirsim bimirim ey hawar netbînmewe
Detirsim bimirim cwanê gyan netbînmewe
Be cwanemergî şil û mil ser binêmewe
Hewrî le kol bazne le qol sing nerim û nol wexte le swêt bimirim
Ey berî beyanan pêm xoşe le baweşt bigirim
Ey berî beyanan zor xoşe le amêzit bigirim
Xelkî xem dekrê ey hawar min heme xelwar
Rengim zerd buwe çî bikem min le dûrî nazdar
Emin merîzim min bo to were carubar
Nexoşim kewtûm ey wey wey bibî qerizdar
Hewrî le kol bazne le qol sing nerim û nol wexte le swêt bimirim
Ey berî beyanan pêm xoşe le baweşt bigirim
Ey hemû beyanan zor xoşe le amêzit bigirim
Xelkî xem dekirn nazenîn min defroşim xem
Lutfêkit bibê yarebî sayet nebê kem
Bimdeye maçêk ey hawar to le xalî dem
Bimdeye maçêk bot mirdim to le xalî dem
Hewrî le kol bazne le qol sing nerim û nol wexte le swêt bimirim
Ey berî beyanan pêm xoşe le baweşt bigirim
Ey hemû beyanan zor xoşe le amêzit bigirim
’embarî xemim ey hawar buwe kelawrêj
’embarî xemim cwanê jin buwe kelawrêj
Nexoşim derdim girane buwe dûr û dirêj
Hewrî le kol bazne le qol sing nerim û nol wexte le swêt bimirim
Ey berî beyanan pêm xoşe le baweşt bigirim
Ey hemû beyanan pêm xoşe le amêzit bigirim
Kelawrêj= serrêj, pir