Ebas Kemendî

Kîjî Ladê

Bi dengê: Ebas Kemendî
Album: Kîjî Ladê
Diyalekt: Soranî
403
Kîjî ladê ham be tasey
Pelkereş serşaneket
Ham be tasey dem beyanî
Boy tenûrî naneket
Ham be tasey bonî mêxek
Toy turencî şaleket
Rengî suxme û sînepoş û
Bazne û xirxaleket

Serdemêke dûr le balat
Wam le şarana ejîm
Jîn çi jînê çawekanim
Gîrodey axir şerîm
Car be carî dête bîrim
Jînî rabridûm le dê
Sêberî dar û telan û
Xeyzelanî dewrî rê
Xur xurî firmêskî hesret
Ca le çawim dête xwar
Bo xom û bextî sergerdanim
Egrîm zarî zar
Dil tengim bo lêwî al û
Dû dîye şermîneket
Bo dem êwaranî
Hewş û suzî merdoşîneket

Kîjî ladê sexte dûrît
Tale rencî rojgar
Naheze dûrî wilat û
Naxoşe jînim le şar
Kîjî ladê wexte cergim
Pir be dil bê be kewaw
Hênde tînûy awî kêwim
Pir be tasey kanî aw