Kiçeket malî rimanim bîbî xanim
Kiçekey cergî sûtanim bîbî xanim
Bîke saqey kurekanit bîbî xanim
Kîjekey ke dezgîranim bîbî xanim
Bîbî xanim nîyesim hîç le malî dunya
Ta bîkem we fîday çawanî mestî leyla
Çawî xom pê dedem lebatî çawekanî
Dilî xoyşim dedem bîke balagerdanî
Kîjeket malî rimanim bîbî xanim
Kîjekey cergî sûtanim bîbî xanim
Bîke saqey kurekanit bîbî xanim
Kîjekey ke dezgîranim bîbî xanim
Le destim dê katjimêrî kameranîw bwestênim
Elqey pencet pê firê dem namey bextit bisûtênim
Le destim dê be dû wişe dilî zaway wîstût reş kem
Le destim dê le xoşawî şewî perdetan bê beş kem
Le destim dê hemû şitêk aşkira kem
Kam şewt geş û rûnake ew şewe fû le çira kem
Namekanit yek yek mawin, dyarîye sadekanit mawin
Çawyan şore û dest leser sing bom hestawin
Bîbî xanim wa bizan nanî hetîwit dawe
Bîbî xanim wa bizan xoyşit dilit şikawe
Meke karî dû dil neba leyek cya bê
Kiçeketim pê pide ba xwa le to reza bê
Kîjekey malî rimanim bîbî xanim
Kîjekey cergî sûtanim bîbî xanim
Bîke saqey kurekanit bîbî xanim
Kîjekey ke dezgîranim bîbî xanim
Barî xem piştî çemanim bîbî xanim
Kewê qezay to le gyanim bîbî xanim
Lawe em bare le şanim bîbî xanim
Bihêle bête dezgîranim bîbî xanim