Hûşeng şigerf Perwîn Moşîrwezîrî

Gulî Sûr

Bi dengê: Hûşeng şigerf û Perwîn Moşîrwezîrî
Diyalekt: Soranî
394
Eger ras elêy minit xoş ewê
Yakû etewê çawit pêm kewê
Ebê biroyû gulî sûr bênî
Dilim hî toye gulim bo bênî

Yarim witî min gulî sûrim dewê
Ta bêm bûm we mêwanit şewê
Herçen min geryam le bextî reşim
Gulî sûr nema le dunya beşim
Ey hawar hawar ay hêzim nemawe
Ey hawar hawar ay piştim çemawe

Xincerim nawe le dilim xwên bê
Em gulî zerde bo yarim sûr bê
Gulî xwênawî wa ha le desim
Deybem bo yarim çun eyperestim
Ey hawar hawar ay hêzim nemawe
Ey hawar hawar ay piştim şikawe

Ay le dilim
Xwên dêt le dilim

Xwên dêt le qelbim hêzim nemawe
Bîben bo yarim em gule sewawe
Bilên be yarim le rêgay ’işqit
Şehîd bû ewe gulî sûr ’işqit
Ey hawar hawar ay ter bû çawanim
Ey hawar hawar ay derçû xo gyanim