Ednan Kerîm

Be Giryanim

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
241
Be giryanim, wekû gul, pêkenî yar
Le baxî min be barş xunçe pişkût
Şukir her mamewe bo yadgarî
Be karî zexmekey şimşêrî ebrot
Le xemzey çawit ebro dagrew bes
Meke bo qetlî ’aşiq rence, bazot
Nexoşî ’îşqî lêwit wesyetî kird:
Bitaşin darî ’unnabî be tabût
Minî bem halû qale dî ke deyut:
Kitêbêkî xerîbim dîwe, pirpût
Be nîle bê nebatî mîsrî lêwit
Cilim, subhim, hemû her şame bê rût
Be giryanim, wekû gul, pêkenî yar
Le baxî min be barş xunçe pişkût
Şukir her mamewe bo yadgarî
Be karî zexmekey şimşêrî ebrot
Honrawe: #mehwî
Şadndina Deq: Aso Pîrî