Be balî hîkmet berew malî dêwanekan efrîn
Be balî wefa ruwew kûçey cefa defrîn
Swar belemêkî reş debîn, delêyn ba biroyn bo durgey sipî
Swar keştî xwên debînû delêyn to lekwêy ey asûdeyî
Gwê be şepolî hoş heldexeyn, ême wayn, deçîne ber lafawî şax
Milwankey hoşyarî dekeyne mil, agir
le zanîn ber dedeyn
Ême wayn, ême wayn, ême wayn, ême wayn
Fû le şimşalî hizir dekeyn, dest le nezaket ber dedeyn
Deroyne ber qapî xudayan, tif dekeyn le cwanî beharan
Deyjenîn kemanî ’eqil, debîn be xizmetkarî dil
Be balî cwanî ruwew malî dizêwan defrîn
Be balî wîqar ruwew kûçey qelenderan defrîn
Swar bayêkî reş debînû delêyn ba biroyn bo beheştî sipî
Swar balî aşûb debînû delêyn to lekwêy ey asûdeyî
Honrawe: #bextyar_’elî