Wek tavge balam girtuwe
Lêwanlêwim le ’eşqî to
Şine eka xeyalî min
Wek behar pir bûm le çiro
Belam lawlawî maçî to
Tik tik cwanîtî lê etkê
To estêrey karwankuje
Min tirîfey rijawî rê
Ke bîr le to ekemewe
Wek kanîyek birîskem dê
Girî ’eşqit le dilmaye
Wek mom le dûrît kizem dê
Dilim pire le şiney ba
Çawim pir le gelay werîw
Şanim keprî talî qijit
Sîngim baxçey birjangî to
Lêwim xermanî wirdemaç
Sînem pir le henasey to
Pirim le ’eşq le bonî bey
Le dengî pyaley pir le mey
Wek tavge balam girtuwe
Lêwanlêwim le ’eşqî to
Şine eka xeyalî min
Wek behar pir bûm le çiro