Boç zemane her legelma meylî xeddarî heye
Boç felek daym xeyalî merdum azarî heye
Min nexoşû xestew zarim le rojêko ke wa
Çawî mexmûrî nîgarim meylî bîmarî heye
Min xeyalî gerdinî saqîw meyû badem bese
Xwace hênd bê ’eqle her derdî cil wibarî heye
Terkî dînmû mezhebim kird min ke dîm zulfî nîgar
Helqe helqew pêçû pêçe şiklî zunnarî heye
Rûmetû xalit le pêş çawim nîgarî nazenîn
Her le ’eynî rengî mahû şiklî perwînî heye
Ew gulaley wa le kêwî bêstûna sewz ebê
Çen letîfû ale rengî lêwî şîrînî heye
Boç zemane her legelma meylî xeddarî heye
Boç felek daym xeyalî merdum azarî heye
Honrawe: #ehmed_muxtar_caf