Ednan Kerîm

Zara

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
303
Leser balay leylaye bûme pendî dunyaye
Mirdim be giryanû zarî, şewû rojim xew naye
Zulifit reşe rîhane, sîngit kargî kemaye
Xo minîş wekû mecnûnê nemawim bo leylaye
Car care dîdem zare, bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delêm legelit nayem bom nekrî gulû gware
Feslêkî zor dilgîre nêwan mangî beharan
Kwêstan derazênewe xêlan heldekşên bo binaran
Dû şit êcgar zor xoşe bo sebûrî dildaran
Gerelawjey şewane, helperînî êwaran
Car care dîdem zare, bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delêm legelit nayem bom nekrî gulû gware
Nêwan mangî beharan wextî xêl berewjûre
Le harey awheldêrî kwêstanî sersinûre
Wirşey baznew pawane xirmey gwarew bermûre
Qaqay kîje ’êlatyan le nêw gulalesûre
Carcare dîdem zara bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delêm degelit nayem bom nekrî gulû gware