Lew rojewe toy dîwe, perêşane dilî min
Sewdazedew bê serû samane dilî min
Sergeşte esûrêtewe bê lane dilî min
Her satê be derdêkewe nalane dilî min
Herçende bedûya egerêm şarû wilatan
Deştû kejû sehraw çyaw çolû byaban
Şêtane ebê rûy le çi la kirdibê yaran
Wek bulbulekey wêlî gulistane beharan
Axo le çi gulzarê xezelxiwane dilî min
Sed xozge bê be ew roje ke nemistibû nawit
Nemçêştibû tamî meyî meyxaneyî çawit
Neydîbû desû pêy dilekem helqeyî dawit
Azad bû le pêçû xemî egrîceyî xawit
Wa êsta letaw agir
î hîcranî betawit
Firmêskî elêy terzew barane dilî min
Lew rojewe toy dîwe, perêşane dilî min
Sewdazedew bê serusamane dilî min
Sergeşte esûrêtewe bê lane dilî min
Her satê be derdêkewe nalane dilî min