Ednan Kerîm

Rîşey Dil

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
351
Regû rîşey dilim her dengû naley ’îşqî toy lê dê
Bilê mutrîb were saqî serapa bûme tarî to

Meqam:
Dînit toşey çem, meylit toşey dil
Razit toşey goş, menzil we menzil

Be çawit kewtûm, bo zarî to agir le min ber bû
Sipendim her bisûtêm çake min bo çawezarî to
’ezîzim rohî şîrînim, lemin boçî kenarî to
Were ser herdû çawî min ke serwî coybarî to
Nexoşî çawekanit bûmû xendey to sebûrî dam
Şîfay bîmarî xot da gulşeker barî le zarî to
Le layek tare dawî dil le layek mare qesdî ser
Çi sîhrêke? ’eceb mawim le zulfî tarumarî to
Regû rîşey dilim her dengû naley ’îşqî toy lê dê
Bilê mutrîb were saqî serapa bûme tarî to
Honrawe: #wefayî
Honrawey meqam: #mewlewî