Ednan Kerîm

Naley Bulbul

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
368
Bulbul were ta rohî minû toye binalîn
To baxî gulanit çû emin daxî dilanim
Ta badî xezan daye gulû bergî rezanim
Sed cê wekû bulbul be ciger daxî xezanim
Ey me’denî şîrû şeker, ey gulberû dilber
Ey taze gulî dare gulî baxî cînanim
Kes sîrrî demû ’îşqî myanî nedezanî
Eşkim buwe xembazî hemû razî nîhanim
Bulbul were ta rohî minû toye binalîn
To baxî gulanit çû emin daxî dilanim
To çunke le leylê gelê şîrîntirî boye
Mecnûnî derû deştmû ferhadî zemanim
Îşim hemû nalîne le êşî dilî rêşim
Karim hemû giryane leber derdî giranim
Fermûy: ke legel hatim eto roh bide, çawim
Sa saqî, desa camê ke herwa nîgeranim
Cezbey nîgehit xoşî nehêştim be biroy to
Qîblem çuwe ta mestî meyî pîrî muxanim
To çunke le leylê gelê şîrîntirî boye
Mecnûnî derû deştmû ferhadî zemanim
Îşim hemû nalîne le êşî dilî rêşim
Karim hemû giryane leber derdî giranim
Bulbul were ta rohî minû toye binalîn
To baxî gulanit çû emin daxî dilanim
Ta badî xezan daye gulû bergî rezanim
Sed cê wekû bulbul be ciger daxî xezanim
Bulbul were ta rohî minû toye binalîn
To baxî gulanit çû emin daxî dilanim
Honrawe: #wefayî
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd