Epirsî boçî camî dil be neş’ey bade mest nabê
Elê lêwrêjî badey ’îşqî tom, her be to mestim
Le wesfî xoşewîstîtda, zimanî lale helbestim
Îtir to pê bizanî ya nezanî min çi derbestim
Eger bawer be min nakey were seyrî derûnim ke
Le dunyay xoşewîstîtda çi deryayekî pir hestim
Leber sozî dilim dûrû nizîkî bo nîye çawim
Xurey dê awî serçawey, eger şadim eger mestim
Cige lew yade şîrînet seranser tale jînî min
Keçî etwêtewe xem, çun legel ew yade peywestim
Behîway awrêkî toye xo helbestekanî min
Lerêy teyrî nîgayekta ebê hêlane helbestim
Epirsî boçî camî dil be neş’ey bade mest nabê
Elê lêwrêjî badey ’îşqî tom, her be to mestim
Le wesfî xoşewîstîtda, zimanî lale helbestim
Îtir to pê bizanî ya nezanî min çi derbestim
Honrawe: #kakey_felah