Ednan Kerîm

Ewşar

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
236
Erê ey azîz erê ey ey wey
Azîz erê ey erê ey ey ey ey wey
Hey dad hey dad ay ay
Nîme awalê le goşey bêkesîda xem nebê
Çake ew lêreş wefay her mawe, sayey kem nebê
Laperey jînim hemû heldeytewe têyda nîye
Basî firmêskû henasew şîwenû matem nebê
Rojgarî siple bo min boseyekî nayewe
Nemdî her tîrêkî deyhawê berew sînem nebê
Rencî dûrî dulberim bo kuştinî min kafîye
Ger le dinyada emin hîç meynetî dîkem nebê
Remzî dildarî le zînê fêr nebû yarim dena
Kwa ewîndarî wefadarî wekû min, mem nebê?
Şadî carêkî bemîwanî nehatote dilim
Renge xelwetxaneyî xem şwênî namehrem nebê
Xom desûtênim heta bezmî xelk roşin bikem
Kê lerêy xelka wekû şa’ir desûtê şem nebê
Honrawe: #hêmin
Şadndina Deq: Aso Pîrî