Ednan Kerîm

Çwarga

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
229
Taqetî bulbul le hed derçû xuda bo gul nehat?
Merhemî êşû fîraqû derdekanî dil nehat
Wa le tarîkî şewî hîcrû qurawî meyneta
Matilim, bo roşnayî exterî kamil nehat?
Întizarî xoşe bo ’aşiq be ummêdî wîsal
Mirdmû aramî qelbî zarû bê hasil nehat
Ta le pûşî dil girî şewqî cemalit bernebû
Mencelî sînem be zûxalî cyayî kul nehat
Bo nekem şîwen le lay ew şoxewe ta em deme
Mujdeyî bo îmtînanî qelbî bê tamil nehat
Xo lejêr befrî fîraqa pûşî wişkî ten riza
Ey xwa çî bikem beharî ’umrî bê hasil nehat
Qur be serda bo nekem lew rojewe dunya heye
Karî hîç kes zarya wek karî to muşkul nehat
Honrawe: #zarî
Şadndina Deq: Aso Pîrî