Celal Dawdî

Balakey Berze Xalanî Wirde

Bi dengê: Celal Dawdî
Diyalekt: Soranî
292
Balakey berze xalanî wirde
Bew heway rêgay wadyare kurde
Karêkit kirduwe to be min sewze
Xeyalim her toy lew tayfew hoze
Ey hayû wey wey wey wey
Çey kirduwe le xwey
Lew qedû bala le egrîcekey
Şêtû şeydatim rehmim pê nakey

Şerit bê le daxd birom nêmewe
Wek baram le şwên gulendamewe
Gulendam kenîz destû camit bê
Hizaran baram girdê damit bê
Ey hayû wey wey wey wey
Çey kirduwe le xwey
Lew qedû bala le egrîcekey
Şêtû şeydatim rehmim pê nakey

Her minal bûm bo weten xom xiste naw gêjî xeter
Taze zanîm wella pûlê naka felsefew şê’rû huner
Bê pişû kake minîş kewlî nadanîm[kerîm] wa kirde ber
Pyawî zana ’eqlî dana wella zanî boy naçête ser
Bergî nadanîm leber kirdû le hepsî derperîm
Ba demêkîş zorû kem birakem
Ba kemêkîş zorû kem refîqan wek bêxemêk boxom bijîm

Balakey berze xalanî wirde
Eslî begzade netewey kurde
Karêkit kirdye bê beqaw bê beyn
Dûrît demkujê tawtawû beyn beyn
Ey hayû wey wey wey wey
Çey kirdye le xwey
Lew qedû bala le egrîcekey
Şêtû şeydatim rehmim pê nakey

Honrawey beşî meqam: qane