Nebez Mehmûdî

Bo Serdeştim

Bi dengê: Nebez Mehmûdî
Diyalekt: Soranî
376
Bo serdeştim bo serdeştim
Şarî zerdeşt wilatî xor
Bo şare şêwe kotrekey
Per xwênawî be zulim û zor
Bo behare ser sewzekey
Sûr be xwênî pîr û lawit
Bo daykî hezaran korpey
Le naw baweşda xinkawit
Şewnimî ser her gulêkit
Firmêskî daykanî mine
Cestet zamdare, zamdare
Zamdarî destî dujmine
Le baweşî xakî toda
Hezaran çaw têyda xewtûn
Aram aram pîroz pîroz
Têkel be xol, xak û percun
Le bin kêlî her gorêkit
Dû çaw wekû gulî beybûn
Sîs be destî şexte û serma
Nerim nerim le xew ra çûn
Le her bist xakî pîrozit
Tinûk tinûk xwên rijawe
Leser her pencerey malêk
Guldan û gulêk xinkawe
Gyanî her şehîdêkit
Bwete estêreyêk le asman
Şewane pirşeng pirşeng
Pîroz deken dewr û berman

Êmey kurd biryarman dawe
Ta le leşmanda xwên mawe
Le nêw çawanî her kêwêk
Leser derwazey her malêk
Le lûtkey berzî her şaxêk
Le her nizar û qed palêk
Leser şapergî her gulêk
Le nêw dilî her mindalêk
Hemû rojêk hemû mangêk hemû salêk
Be xetêkî surî xwênîn
Wek çîrok bo dîrok nûsîn
Yadî serdeşt berz ra degrîn
Ême kurdîn xoragrîn
Ême bilêsey agirîn
Ême fêrîn bo jyan bimrîn
Ême bilêsey agirîn
Ême fêrîn bo jyan bimrîn